Xizmên Windakiriyan aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn 2022-06-11 12:24:42   AMED -  Rêveberên ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek pirsîn û xwestin ku kujerên wan bên darizandin.    Rêveberên Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windakiriyan ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 696’an de jî bi dirûşma “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” çalakiya xwe li dar xistin. Çalakî, li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu ya Amedê hate lidarxistin û wêneyên windakiriyan hatibû hilgirtin.  Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek hate pirsîn ku dema ji dayik bûyî kor bû û di 19 saliya xwe de li Lice ya Amedê hate binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Endama Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim serpêhatiya Çayan Çîçek xwend. Yildirim, da zanîn ku malbata Çîçek li gundê Dernekê yê Liceyê dijiyan û debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikir. Bi domdarî Yildirim bi lêv kir ku di 10’ê gulana sala 1994’ an de leşkeran bi ser gund de girtin û şêniyên bi navên Ramazan Akyol, Fevzî Fîdantek, Mehmet Ozînekçî, Mehmet Demîr, Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek binçav kirin û wiha pê de çû: "Leşkeran kesên binçavkirî birin YÎBO ya Liceyê û li wan gelek îşkence hatin kirin. Ji xeynî Alî Îhsan Çîçek û Tahsîn Çîçek, hemû binçavkiriyên din hatin berdan. Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nayên girtin.”    ’17 ROJ PIŞTRE LEŞKER DÎSA HATIN GUND’   Bi domdarî Yildirim da zanîn ku leşker 17 roj piştî binçavkirina şêniyên gund dîsa hatin gund û axaftina xwe wiha qedand: “Di 27’ê gulana sala 1994’an de kurê Tahsîn Çîçek ê bi navê Çayan Çîçek ku dema ji dayik bûyî kor bû, hate binçavkirin. Dapîra Çîçek, radihêje nasnameya neviyê xwe û diçe Fermandariya Cendirmeyan a Liceyê. Li wir aqûbeta neviyê xwe dipirse. Leşker li nasnameya Çîçek dinihêrin û ji dapîra wî re dibêjin; ‘kesekî bi vî navî li vê dere nîne.’ Ji wê rojê heta niha jî tu agahî ji Çayan Çîçek nayên girtin. Ji DGM’ê heta DMME’yê, malbatê serî li her derê da lê belê tu encamek jê derneket. DMME’yê ji bo Çayan Çîçek biryara ‘Delîleke ku hatiye binçavkirin tune ye’ da û dosya girt.”   Piştî daxuyaniyê jî beşdaran çalakiya rûniştinê li dar xist û çalaki bi dawî bû.    ÊLIH Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Êlihê jî di hefteya 533’yan de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cehdeya Gulistanê hatin ba hev. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” hatibû vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta îsa Gok ku di hezîrana sala 1994’an de li Êlihê hatibû windakirin, hate pirsîn. Di daxuyaniyê de serpêhatiya Gok hate xwendin. Piştre jî çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakî bi dawî bû.