Ji bo mitînga Erdogan li Wanê rewşa awarte di meriyetê de ye! 2022-06-11 12:45:13   WAN - Beriya serdana Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan a li Wanê, hemû rêyên ketin û derketina bajêr ji trafîkê re hatin girtin, wesayîtên bizirx li kolanan hatin bicihkirin, konteynirên çopan hatin komkirin û hatin û çûna Girava Axtamarê hatin sekinandin.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan dê ji bo “Vekirinên komaleyî”, heke gotin di cih de be rewşeke awarte ketiye meriyetê. Hemû cehdeyên karîger ên bajêr ji trafîkê re hatine girtin, li kolanan wesayîtên bizirx hatine bicihkirin û polîs lê hatine bicihkirin. Hemû konteynirên çopan ên li ser rêyên ku Erdogan tê re derbas bibe jî hatin rakirin.    ŞAREDARIYÊN QEYÛMAN SEFERBER BÛNE   Erdogan dê mitînga xwe li Qada Beşyolê li dar bixe û ji bo vê mitîngê jî hemû sazî seferber bûne. Li hemû karmend û xebatkarên di saziyên cemaweriyê de dixebitin û li cerdevanan hatiye ferzkirin ku beşdarî mitîngê bibin. Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku ji hêla qeyûm ve tê birêvebirin jî li ser malpera xwe ragihand ku ji bo mitîngê îro dê pereyê wesayîtan newergirin.    ZEXTÊ LI XEBATKARÊN DIBISTAN Û NEXWEŞXANEYÊ DIKIN    Bi hatina Erdogan re hemû xebatkarên nexweşxaneyê bi GBT’ê re hatin derbaskirin û hat gotin ku tenê kesên nêzî AKP’ê li nexweşxaneyan hatine peywirdarkirin. Di heman demê de li mamoste û xwendekarên li dibistanan hat ferzkirin ku beşdarî mitîngê bibin. Li gorî agahiyên Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay dan; zext li dibistanan tê kirin û li xwendekar û mamosteyan tê ferzkirin ku beşdarî mitîngê bibin. Atabay, da zanîn ku ji ber vê mijarê heta niha gelek kesan li cem wan giliyên xwe kirine.    BI HEZARAN GEŞTIYAR MEXDÛR BÛN   Li hêla din, bi hinceta “ewlehiyê” hatin û çûnên Girava Axtamarê jî hatine sekinandin. Xwediyê Kargeha Tûr ê û Rêber Mûrat Beyaz di daxuyaniya xwe de wiha got: “Girava Axtamarê ji bo serdanan vekirî ye lê dê keştî neyên xebitandin. Tenê geştyarên ku soberiyê dizanin dê bikarin biçin! Heneka wê jî gelek a nexweş e. Niha bi sedan geştyarên li Wanê ku di bernameya wan de çûyîna Giravê hebû, mexdûr bûne.”   XWENDEKARAN DIBIN MITÎNGÊ   Her wiha di saetên serê sibehê de bi dehan otobûsan gelek kes ji bajarên din anîn Wanê û ji bo xwendekarên ku dê beşdarî mitîngê bibin jî bi hezaran sandvîç hatine amadekirin.  Li gelek bajaran bi sedan polîs hatine Wanê û gel mereq nake bê ka Erdogan dê çi peyaman bide.