‘Qêrînên Çayanê min derketin ber ezmanan’ 2022-06-11 13:46:28   STENBOL - Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya vê hefteyê de aqûbeta Çayan Çîçek ku 28 sal berê li gel bav û mamê xwe hatibû windakirin, hate pirsîn. Dayika Çayan, Azîze Çîçek ji bo kurê xwe ku ji dayikbûnê ve çavên wî nedidîtin wiha got: “Astengdar bû û pêşiya xwe nedidît. Leşkeran ew li erdê kaş kirin û birin. Qêriyên Çayanê min derketin ber erş û ezmanan.”   Dayikên Şemiyê bi mebesta pirsîna aqûbeta kesên hatine windakirin û darizandina kujerên wan, her hefteyê çalakiya xwe li dar dixin. Ji ber şert û mercên pandemiyê, Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya 898’an li ser hesabên xwe yên medyaya civakî kirin. Di çalakiya vê hefteyê de serpêhatiya Alî Îhsan Çîçek (20), Tahsîn Çîçek (44) û kurê wî Çayan Çîçek ê 15 salî ku çavên wî nedîtin û di navbera 10-27’ê gulana sala 1994’an de hatibûn binçavkirin û windakirin hate vegotin.    Hevjîna Tahsîn Çîçek û dayika Çayan Çîçek, Azîze Çîçek da zanîn ku hevjîn û Alî Îhsan Çîçek bi hev re hatine bin çavkirin û wiha got: “17 roj piştre jî kurê min Çayan ê 15 salî hate binçavkirin. Ji çavên xwe astengdar bû. Çayan binçav kirin û birin. Werîsek xistibûn stûyê wî, kaş kirin û birin Liceyê. Pêlaveka wî di nava gîhayî de mabû. Xwînê wî rijandibûn ser axê. Me gelek dad kir lê feyde nekir. Tu bîşe û şkêr neman ku em lê negeriyan lê belê me ew nedît. Mala me hate şewitandin. Nasnameyên me girtin û em sirgûn kirin. Em perîşe bûn. Em hatin kolanên hinek kesên din û di kirê de man. Ne hevjîn û ne jî kur ma. Tevek jî kaş kirin û birin. Kurê min astengdar bû û pêşiya xwe nedidît. Ew kaş kirin û birin. Qêrînên Çayanê min derketin ezmanan. Bavê te jî birin, mamê te jî birin. Kurê min jî birin û xeniqandin. Mala min wêran kirin.”    SERDAN BÊENCAM MAN   Ji parêzerên malbata Çîçek, Cîhan Aydin jî diyar kir ku leşkeran di 10’ê gulana sala 1994’an de li dijî gundê Dernek ê Lice ya Amedê operasyon li dar xist û ev agahî parve kirin: “Tahsîn û Alî Îhsan Çîçek û gelek şêniyên gund di vê operasyonê de hatin binçavkirin. Heta demekî tu agahî ji binçavkiriyan nehatin girtin. Piştî serlêdanan, derket holê ku ji binçavkiriyan gelek jê li YÎBO ya Liceyê tên ragirtin. Çendek şêniyên gund jî demek piştre hatin berdan. Lê belê Alî Îhsan û Tahsîn Çîçek nehatin berdan. Dayikên wan serî li gelek cihan dan. Lê agahiyek negirtin. 17 roj piştre anku di 27’ê gulanê de jî leşker hatin gund û Çayan binçav kirin. Mixabin ku ji wê rojê ve tu agahî ji Alî Îhsan, Çayan û Tahsîn Çîçek tu agahî nehatin girtin.”    BANGA HEVRÛBÛN Û HEQÎQETÊ    Bi domdarî Aydin anî ziman ku serlêdanên ji bo derdorên edlî û fermî jî bêencam man û wiha pê de çû: “Me dosya bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Di encama darazê de xuya bû ku dewletê di vê mijarê de lêpirsîneke bibandor nekiriye, mafê jiyanê yê Alî Îhsan, Tahsîn û Çayan Çîçek nehatiye parastin û biryara binpêkirinê da. Lê belê tevî vê jî tu agahiyek ji van 3 kesan nayên girtin. Di salên 90’î de em bûn şahidên bi hezaran kesan ku di bin çavan de hatin windakirin û tu agahî jê nayên girtin. Ev lêpirsîn, di nava refên dozgeriyê de bi dembihûrînê ve biencam dibin. Heqîqet û hevrûbûn pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Heta ku heqîqet û hevrûbûn çênebe, heta ku aqûbeta van mirovan neyê aşkerakirin, heta ku lêborîn ji mexdûran neyê xwestin, dê ev birîn tu carî nekewe.”   HATE ÎNKARKIRIN   Metna daxuyaniyê ya vê hefteyê ji hêla yek ji parêzerên xizmên windayan Nermîn Kaplan ve hate xwendin. Kaplan, da zanîn ku tevî ewqas şahidan jî tu rayedarên dewletê operasyona li dijî gund û binçavkirin qebûl nekirin. Kaplan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku sûcên li dijî Tahsîn, Alî Îhsan û Çayan Çîçek bên ronîkirin û derheqê faîlên wan ên gumanbar de lêpirsîn û teqîbateke bibandor bê destpêkirin. Çiqas sal derbas bibin jî em ê dev ji daxwaza edaletê ya ji bo Tahsîn, Alî Îhsan û Çayan Çîçek û hemû windakiriyan bernedin.”