TJA'yê komxebata 'Weke Jin di Girtîgehê de' li dar xist 2022-06-11 13:59:25   STENBOL - Aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî di komxebata ‘Weke Jin di Girtîgehê de’ de axivî û got: "Hevalên me yên ku 30 sal in girtî ne, tu carî serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê."   Tevgera Jinên Azad (TJA) komxebata bi sernavê ‘Weke Jin di Girtîgehê de’ li oteleke li Taksîma Stenbolê li dar xist. Di komxebatê de pankarta 'Weke Jin di Girtîgehê de' hate daliqandin. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, , aktivîstên femînîst, rojnamegerên jin, parazvanên mafên jinan e, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên ku çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin beşdarî komxebatê bûn.  Komxebat dê ji 4 beşan pêk bê. Dê di beşa yekem de mijarên "Di salên 70-80-90'î de Weke Jin di Girtîgehê de" , di beşa duyemîn de “Ji duh heta îro girtîgeh" di beşa sêyemîn de jî “Li girtîgehan binpêkirina mafan" û di beşa çaremîn û ya dawiyê de jî “Em ê çi bikin û rê û rêbazên çareseriyê" bên niqaşkirin û pêşkeşkirin.    'LI GIRTÎGEHAN POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û ÎZOLASYONÊ PÊK TÊN'   Axaftina vekirinê ya komxebatê ji hêla aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî ve hat kirin. Ektî ya ku bi salan di girtîgehê de maye behsa taybetmendiya girtîgehan kir. Ektî, diyar kir ku girtîgeh li dijî têkoşîna jinê dem bi dem veguheriye amûra islehkirinê û wiha got: "Di salên 80, 90'î û 2000’î de li girtîgehan polîtîkayên tecrîd û îzalasyonê pêk tên. Di salên 80'yan de em hatin girtin û darizandin. Em hemû jî çûn ber deriyên wan girtîgehan. Ji wan rojan heta îro tu tişt neguheriye. Bêtir şert û merc zehmet bûne û tecrîd bêtir hatiye girankirin. Gelek tişt li ser girtiyan hat ferzkirin. Bi taciz û tecawizê re rûbirû man. Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku jin tu carî entegre nebûne. Heke tu bixwazî azad û jiyaneke bi rûmet bijî, dê kesên ku li hemberî te derkevin jî hebin. Ji ber vê sedemê jin li dijî hêzên desthilatdar li ser vê erdnegariyê her tim di nav têkoşînê de bûn. Jinan pêşengtiya Têkoşîna Azadiya Kurd kirin. Ev jinên pêşeng hatin binçavkirin û hatin girtin. Hevalên me yên ku 30 sal in serî netewandine û girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê. Bi Girtîgehên Tîpa F xwestin rêxistinbûna girtiyan ji holê rakin. Em ji ber serpêhatiyên xwe û hestên xwe li vir kom bûn."   'EZ HÊVÎ DIKIM KU JI BO AYSELÊ TIŞTEK BÊ KIRIN'   Piştî axaftina Ektiyê derbarê têkoşîna girtiyên jin de sînevîzyonek hat temaşekirin. Dû re aktîvîsta mafên mirovan û hevjîna sînemavan Yilmaz Guney, Fatoş Guney axivî û got: "Ez qet nehatim girtin. Lê ez bi kurê xwe re 10 sal in piştevaniya girtiyan dikim. Ez heman hestê dijîm. Ji bo girtîgehan gelek faaliyetên min çêbûn. Lê belê min tu carî ji wezaretê destûr negirt. Li girtîgehan mayîn hestek cûda ye. Mînaka wê jî Aysel Tûglûk e. Ez hêvî dikim demildest ji bo Ayselê tiştek bê kirin. Her wiha ez spasiyên xwe pêşkeşî hevalên ku ked dane vê komxebatê dikim."   Guney, bi awayekî fîzîkî qala girtîgehan kir û ji zextên psîkolojîk mînak dan. Komxebat ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.