Rûniştina F a 533’yan: Bila hunermend Nûdem Durak were berdan 2022-06-11 15:42:41 STENBOL - Di çalakiya 533’yemîn a “Rûniştina F” a Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê de çalakvanan bal kişand ser rewşa hunermend Nûdem Durak ku ji ber stranên kurdî 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û girtiya nexweş e.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Çalakiya hefteya 533’yan jî li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş hunermend Nûdem Durak ku di sala 2015’an de ji ber stranên kurdî hate girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji helîna hestiyan heta Graves (guatra jehrî), gelek nexweşiyên din bi Durak re hene û nikare di girtîgehê de bimîne.    Di çalakiyê de parastvanên mafan û xizmên girtiyan amade bûn. Her wiha pankartên “Rûniştina F a 533’yan. Bila girtiya nexweş Nûdem Durak were berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibûn rakirin. Di rûniştinê de gelek caran dirûşmên “Bila Nûdem Durak were berdan”, “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” dihatin berzkirin. Ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn di çalakiyê de axivî.    SEPANA FAÎZÊ YA RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ    Meral Nergîz Şahîn, diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pereyê ku malbatên girtiyan ji bo xizmên xwe dişînin didin faîzê û ev agahî parve kirin: “Ji ber vê yekê jî girtî di hêla aborî de zehmetiyan dikêşin. Rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ev sepan li gorî qanûnan e. Her wiha îdia kir ku faîzê van pereyan ji bo girtiyan tê bikaranîn. Anku pere didin ber faîzê. Lê belê dema em li serlêdanên ji bo komîsyonê tên dinihêrin, dibînin ku ev pereye ji bo pêdiviyên girtiyan nayên xerckirin.”    'NEXWEŞIYA WÊ PÊŞ DIKEVE’    Bi domdarî Şahîn bal kişand ser rewşa hunermend Nûdem Durak û ev tişt anî ziman: “Di nava van 7 salan de girtîbûnê de Durak bi nexweşiya helîna hestiyan û Gravesê ket. Ev nêzî saleke her mehê ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Bayburtê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Piştre jî bi hinceta pandemiyê 15 rojan di hucreyê de tê ragirtin. Ji ber ku tedawî û sexbêrekî baş lê nayê kirin, nexweşiyên wê her ku diçe girantir dibin. Bijîşkên wê dibêjin ku heke derman bi kêrî neyên, divê were emeliyatkirin ku emeliyateke xetere ye.    BILA DURAK WERE BERDAN   Ji ber nexweşiyê, hindik ma ye ku Nûdem dengê xwe winda bike. Lewma divê di zûtirin demê de were berdan. Di vê mijarê de banga me li raya giştî ew e ku xwedî li Nûdem Durak û girtiyên nexweş derkevin.”