Ji HDP’ê sempozyuma ‘Zarok’: Em ê ji bo zarokan jiyaneke biewle ava bikin 2022-06-11 16:32:55   ENQERE – Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a HDP’ê di sempozyuma “Têgihiştina Zarokan û di polîtîkayên zarokan de lêgerînên nû” de wiha gotin: “Soza me ya ji bo hemû zarokan ew e ku em ê jiyaneke biewle bi hev re ava bikin.”    Hevberdevkên Komîsyona Zarokan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Turkmen û parlamenter Huseyîn Kaçmaz di sempozyuma bi mijara “Têgihiştina Zarokan û di polîtîkayên zarokan de lêgerînên nû” de axivîn. Ji ewil Nûray Turkmen axivî û da zanîn ku HDP ev demekî dirêj e di qada zarokan de xebatan dimeşîne. Turkmen, bi domdarî anî ziman ku komîsyona wan hêj nû ye lê belê ji bo xebateke sîstematîk bimeşîne û ji bo pirsîna “gelo rêyeke 3’yemîn pêkan e yan na” hatiye avakirin.    Turkmen, da zanîn ku ji bo zarokan du nêzikatiyên sereke hene û wiha got: “Yek ji wan nêzikatiya kevneşop e ku zarok weke berdewamiya malbatê, debara malbatê û parçeyeke wê dibîne ye. Di vê nêzikatiyê de zarok bi tu awayî weke kirdeyeke civakê nayê dîtin. Nêzikatiya jî nêzikatiya mofernîst e. Di vê nêzikatiyê de jî pêşeroj li ser wan tê avakirin û peywira ‘pir taybet’ li wan tê barkirin. Weke projeyan dibînin. Em qala zarokekî ku ji hêla civakî û polîtîk ve hatiye avakirin, dikin. Em jî dipirsin bê ka gelo dikarin rêyeke 3’yemîn bibînin an na. Weke di her qadê de, di qada zarokan de jî HDP li rêya 3’yemîn digere.”    ‘EM ZAROKAN WEKE KIRDEYA CIVAKÊ DIBÎNIN’   Bi domdarî Turkmen anî ziman ku îdiaya rêya 3’yemîn a di qada zarokan de, di heman demê de îdiaya dinya û jiyaneke nû ye û wiha pê de çû: “Di vê rêyê de zarok weke kirdeyên civakê tên dîtin. Yek ji armanca vê sempozyumê ew e ku li pey şopa rêya 3’yemîn anku avakirina jiyaneke azad û wekhev bikevin. Heta ku hewldaneke wiha çênebe, dê bîrdoziya cihêkariyê li vê erdnîgariyê û li seranserî cîhanê tune nebin.”    ‘PROJEYA TIRKKIRINÊ    Di sempozyûmê de Huseyîn Kaçmaz jî destnîşan kir ku feraseta li dijî zarokan a li Tirkiyeyê bingeha xwe ji yekperestiyê digire û ev tişt anî ziman: “Lewma cudatiyên wê tên paşguhkirin. Herî zêde zarok ji vê rejîma yekperest bibandor dibin. Bi milyonan zarokên ne misilman, ne sunî û ne tirk, rastî tundiya pişaftinê tên. Ji dersên pişaftin û tirkkirinê re derbas dibin û weke projeya pêşerojê tên dîtin. Ji bo ku hemwelatiyên li gorî dilê xwe amade bikin, di serî de dibistan, her qadên jiyanê weke febrîqeyan tên bikaranîn. Bi vê yekê re jî beden, awayê fêmkirinê û jiyana zarokan ji formasyonekê derdikevin. Di pêşeroja komarê de weke amûrek hatine gihandin.”    ‘EM Ê PÊŞEROJÊ BI HEV RE AVA BIKIN’   Kaçmaz herî dawî wiha got: “Ji ber polîtîkayên dijminane yên li dijî zarokan û yên cihêkariyê, zarokên kurd her roj dema dilîzin, dema sewalên xwe diçêrînin an jî dema dilîzin bi güle û bombeyan tên kuştin. Li gel ewqas tundiya ku li zarokên kurd tê kirin jî, kiryarên wan bi zirxê necezakirinê tên parastin. Her wiha zarokên penaber jî niha di hedefa cihêkarî, gotinên dijminatiyê û îstîsmarê de ne. Zarokên astengdar, zarokên karker û zarokên di girtîgehan de jî rastî tundî û neheqiyê tên. Ji bo ku heqîqetên biêş asayî neyên dîtin, bûyerên tundî û îstîstmarê yên li dijî zarokan jirêzê neyên dîtin… weke HDP’ê ya ku ji destê me tê em ê bikin. Soza me ya bo hemû zarokan ew e ku em ê bi hev re pêşerojeke biewle û azad ava bikin.”    Piştî axaftinên destpêkê, sempozyum bi axaftinên cuda berdewam kir.