Dozger êrişa robokopan qebûl kir, lê biryara neşopandinê da! 2022-06-12 09:01:02     RIHA - Li Girtîhega Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê gardiyanan birobokop êriş biribûn ser qawîşan û xwestibûn "bi darê zorê qawîşên girtiyan biguherînin." Derbarê giliya girtiyan de ya ji bo derbkirinê, bi îdiaya "heman tişt li ser laşê gardiyanan jî çêbûye" biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.    Li Girtîgeha Rihayê ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê di 7'ê Cotmeha 2021'ê de girtiyên ku ferzkirina guherandina qawîşan qebûl nekiribûn, bi ser qawîşên wan de hatibû girtin û bi îşkenceyê re rû bi rû mabûn. Nêzî 40 gardiyanên "robokop" tevî 3 midûran avêtibûn ser qawîşan û ragihandibûn ku fermana midûrê nû ew e ku qawîş bên guherandin. Girtiyên ku xwestibûn hinceta qanûnî hîn bibin, bi îşkenceyê re rû bi rû mabûn û bi darê zorê qawîşên wan hatibûn guherandin. Her wiha daxwaza girtiyan a ji bo çûna revîrê nehatibû qebûlkirin û rapora derbkirinê jî bi derengî hatibû xistin. Piştî vê bûyerê malbatan serî li Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê dabûn. Parêzer li girtîgehê hevdîtin bi 23 girtiyên bi îşkenceyê re rû bi rû mabûn kiribûn. Parêzer paşê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê giliyê peywirdaran kiribûn.   Lê belê ji bo pêkanîna "bi darê zorê guherandina qawîşan" "nivîsa ji Wezareta Dadê hatiye" wekî hincet hatiye nîşandan û ji bo daxwaza "hînbûna hinceta qanûnî" ya girtiyan jî hatiye gotin ku "mecbûriyeteke bi vî rengî tune ye" û hatiye redkirin. Ji bo derbkirinê jî bi îdiaya "heman tişt li ser laşê gardiyanan jî çêbûye" biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.    BI DARÊ ZORÊ GUHERANDINA QAWÎŞAN   Ji parêzerên ku li ber vê biryarê serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê dane Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê Ayşe Şehrîban Demîrel got: "Hatiye xwestin ku qawîşên girtiyan bên guherandin. Girtiyan jî sedema vê yekê (bi nivîskî) xwestine, lê daxwaza wan hatiye redkirin. Midûrên girtîgehê gotine mecbûriyeteke wan a bi vî rengî tune ye. Daxwaza wan bi vî awayî cardin hatiye redkirin."    BIRYARA NEŞOPANDINÊ   Demîrel bilêv kir ku piştî biryara redkirinê bêyî hişyarî bê kirin bi ser qawîşan de hatiye girtin û gardiyan di avêtina ser qawîşan de li girtiyan xistine û got: "Ji nişka ve kesên kincên robokop li wan êrişê dibin ser girtiyan û bi darê zorê girtiyan ji qawîşan derdixin. Di avaêtina ser qawîşan de li girtiyan dixin, îşkenceyê li wan dikin û qawîşan diguherînin."    Demîrel bilêv kir ku lê belê bi ser de îdareya girtîgehê rabûye derbarê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê daye destpêkirin û cezayên wekî qedexekirina hevdîtina bi malbatê re li girtiyan biriye û got, gilîkirina girtiyan jî bi biryara "neşopandinê" bi dawî bûye.      POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Demîrel destnîşan kir ku ev bûyer mînaka polîtîkayeke bêcezatiyê ya nû ye ji bo midûrên girtîgehê û gardiyanan û got: "Îdareya girtîgehê sûcên wekî 'binpêkirina qanûna cihêkariyê', 'bi awayekî xirab pêkanînan peywirê' kiriye. Û polîtkaya bêcezatiyê ya merciyên edlî jî dibe sedema zêdebûna bûyerên bi vî rengî. Ji ber vê polîtîkaya bêcezatiyê li girtîgehan kiryarên kêfî tên kirin. Girtî bi lêpirsînên dîsîplînê re rû bi rû dimînin. Ev dibin sedema şewitandina înfazên wan. Jixwe ji ber vê dosyeyê derbarê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Ji ber vê li hin kesan cezayê dîsîplînê hat birîn. Îdareya girtîgehê bi vî awayî mafê berdana bi şertî ya girtiyan jî asteng dike."    MA / Ceylan Şahînlî