Li Mêrdînê li nexweşxaneyekê radyasyona zêde hatiye tespîtkirin 2022-06-12 09:04:50 MÊRDÎN - Li Mêrdînê derket holê ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan nexweş û xebatkar 4 mehan bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane.    Derket holê ku li Navenda Tenduristiya Dev û Diranan a Mêrdînê ku di 22'yê Sibatê li cihê xwe yê nû nexweş qebûl kirine, nexweş û xebatkar bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane. Li gor agahiyên bi dest ketine, beşa Radyolojiyê ya Navenda Tenduristiya Dev û Diranan, bêyî pîvanên li gor krîteran esas bên girtin, bêyî ode li gor rontgenê bê amade kirin û bêyî Serokatiya Desteya Enerjiya Atomê ya Tirkiyeyê (TAEK) pesend bike dest bi xebatê kiriye. Ji ber vê li vê navenda tenduristiyê ku nêzî 4 meh in dixebite gelek nexweş û xebatkar bi radyasyoneke zêde re rû bi rû mane.    Ev yek piştî ku hefteya borî navend hatibû girtin derket holê. Nexweşên çûne navendê ji wan re hatiye gotin ku rontgen jî di nav de bi tu awayî tedawî tune ye. Li gor agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi dest xistine; piştî hatiye fêmkirin ji ber ku pîvanên li gor krîteran esas nehatine girtin û ji ber ku bêyî pesendkirina TAEK'ê beşa radyolojiyê hatiye xebitandin, xebatên navendê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatine sekinandin.   DI ROJEKÊ DE BI RADYASYONA SALEKÊ RE RÛ BI RÛ MANE   Piştî lêkolînan hatiye tespîtkirin ku personelên ku divê mehê herî zêde bi 7 mîlîsîevert (Sv) radyasyonê re rû bi rû bimînin, di dema her rontgenê de bi 4-7 mîlîsîevertê re rû bi rû mane. Li vê navendê rojê li dor 20 heb rontgen hatine kişandin. Yanî personelek rojê bi radyasyona salekê re rû bi rû maye.    SER HAT NIXUMANDIN, LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN   Têkildarî mijarê raporek berfireh hatiye amadekirin, lê bûyer ji raya giştî hatiye veşartin. Navenda tenduristiyê serê vê hefteyê cardin dest bi xebatê kiriye, lê nayê zanîn bê ka mesele hatiye çareserkirin an na. Her wiha hat hînbûn ku hê derbarê berpirsan de jî tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin.    SES: BERPIRS DIVÊ HESAB BIDIN   Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) a Mêrdînê Ahmet Ozen diyar kir ku piştî beşa radyolojiyê hatiye sekinandin haya wan ji meseleyê çêbûye. Ozen diyar kir ku piştî pîvanên rontgenê hatine kirin pê hesiyane ku radyasyon belav bûye û ev yek  ji 22'yê Sibatê ve dest pê kiriye. Ozen got: "Hem nexweş hem jî xebatkar bi radyasonê re rû bi rû mane."   Ozen destnîşan kir ku berpirsên vê bûyerê rêvebirên bêliyaqat in û got: "Em dixwazin berpirs hesab bidin û ji peywirê bên girtin. Divê bi raya giştî re bê parvekirin ku bê kî bi vê radyasonê re rû bi rû maye, çend xebatkar bi vê radyasonê re rû bi rû mane? Diyar e bê ka ev 4 meh in kî bi radyasyonê re rû bi rû maye. Ji bo vê xebatek divê. Em li bendê ne kesên tenduristiya gel ber bi xetereyê ve birine hesab bidin."    Ozen destnîşan kir ku divê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û Wezareta Tenduristiyê lêkolîneke baş bikin û lêpirsînê bidin destpêkirin û got: "Divê kesên ji tenduristiya gel fêm dikin, kesên biliyaqat bên ser kar. Têkildarî kesên ku bi radyasyonê re rû bi rû mane tu tişt nehatiye kirin. Ev yek ji nişka ve bandora xwe nade der. Bi demê re dide der. Dibe sedema pençeşêrê, di nifşên bê de dibe sedema mûtasyonê. Ji bo di pêş de tiştekî neyînî rû nede divê tevdîr bên girtin. Em ji nexweşan re jî dibêjin gel di rojên pêş de birînine awarte li canê wan peyda bibin divê serî li nexweşxaneyê bidin. Em bang li nexweşên ku di 4 mehên dawî de tedawî bûne dikin ku bi daxwaznameyekê serlêdanê bikin."    MA / Ahmet Kanbal