Li Amedê agir derket: Kesek jiyana xwe ji dest da û 15 kes jî birîndar bûn 2022-06-12 11:27:52 AMED - Li Amedê, di qata 20'emîn a avahiyekê de agir derket û kesek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran bi giştî 15 kes jî birîndar bûn.    Duh bi şev li malên A Plus Seyran ên li taxa Aziziye ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, ji ber sedemeke nediyar agir derket. Agir bi qata 20'emîn a avahiyeke 25 qat ket û li ser agahdarkirina kesên li hawirdorê, tîmên agirkujiyê, tenduristiyê û polîs hatine cihê bûyerê. Piştî xebata saetekê ya tîmên agirkujiyê agir hat vemirandin. Di agir de xebatkarên agirkujiyê jî di nav de 15 kes birîndar bûn.    Di agirê derketî de tevî xebatkarên agirkujiyê 15 kes birîndar bûn. Ji birîndarên ku rakirin nexweşxaneyê Huseyîn Yildiz (27) tevî hemû mudaxileyan nehat xelaskirin û jiyana xwe ji dest da.    Hat ragihandin ku bi xebatkarekî agirkujiyê re rewşa 2 birîndaran giran e.