Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin 2022-06-12 15:17:20 STENBOL - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş beriya ku Meşa Gemlkê ya Mezin destpê bike, di daxuyaniya ku dayî de bertek nîşanî astengiyan da û got: “Em ê bi hev re tecrîdê rakin."  Beriya Meşa Gemlikê ya Mezin ku ji aliyê HDP, HDK, KCD, TJA, MED TUHAD-FED û DBP’ê ve bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Em li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin” tê lidarxistin, girseya ku li Kadikoya Stenbolê kom bûyî li vir dest bi meşê kirin.   Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, alîkar, parlementer û rêveberên hevserokên giştî yên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê û hevserokên giştî û rêveberên Partiya Şoreşger, SYKP û ESP jî di çalakiyê de cih girtin.   Polîsan êrİşî meşa ku dihat plankirin ji Kadikoyê heta navçeya Gemlikê ya Bûrsayê bê lidarxistin, kirin. Polîsên ku ji saetên serê sibê ve Kadikoy û derdora wê dorpêç kiribûn, wekîlên HDP'ê yên li ber avahiya SYKP'ê dixwestin siwarê otobusên ku wê biçin Gemlîkê bibin astengkirin.   Polîsan biryara Walîtiya Stenbolê ya qedexekirina meş û çalakiyan wekî hinceta nîşan da, hêj nîqaş neqediyabûn ku wekîl û girseya pêre dorpêç kirin.   Dema ku endamên çapemeniyê yên ku wêne digirtin, bi darê zorê ji qadê hatin derxistin, gelek kes bi êşkenceyê hatin destgîrkirin.   Parlamentera HDP'ê Dilşat Canbaz Kaya ku xwest biçe ber avahiya SYKP'ê rastî tundiya polîsan hat.   Tevî hemû astengiyan jî wekîl û girseya ku bi dirûşmeya "Her der tecrîd, her der berxwedan" meşiyan gelek caran ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.   BEŞTAŞ: BI AWAYEKÎ EŞKERE SÛC DIKIN   Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş derbarê astengiyan de daxuyanî da û wiha: “Polîsên Stenbolê dest ji karê xwe berdane û hewl didin ku HDP helwesta xwe ya li dijî tecrîdê eşkere neke. Koma me ya Meclîsê îro bi giranî li vir e. Em bi berdevkê partiya xwe, hevserok, wekîl û partiyên me yên pêkhateyan re hatin vir ku ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Polîsên Kadikoyê ji danê sibehê ve bi talîmata Walîtiya Stenbolê bi awayekî eşkere sûc dikin. Bi astengkirina wekîl û gel sûcên xwe didomînin.”   Beştaş diyarkir ku niha kilît li avahiya wan a navçeya Gemlikê dane û wiha axaftina xwe domand: “Rêveberên me yên li qehwexaneyekê rûniştibûn hatin destgîrkirin. Hevalên me tenê ji ber ku hatin daxuyaniyê bidin hatin destgîrkirin. Ji bîr dikin ku helwesta we nikare pêşiya me bigire, hûn ji bo şerê xwe berdewam bikin Girtîgeha Girava Îmraliyê di bin tecrîdê de dihêlin. Hûn bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hewl didin polîtîkayên xwe yên şer bidomînin. Hûn ê bi van astengiyan nekaribin dengê aştiyê yê bi milyonan bêdeng bikin. Zêdeyî 3 milyon kesî ji bo Birêz Ocalan îmze avêtin. Hûn ê nikaribin li pêşiya şikandina tecrîdê ya ji aliyê me bisekinin. Ev tirsa we, bêhiqûqiya we nîşan dide. Ev keyfiyet û faşîzma we nîşan dide. Vê gavê bi anonskirinê li gorî xwe qanûnan radigihînin, lê em jî ji we re daxuyanî didin. Ey midûrên polîsan, ey walî, hûn sûc dikin, hûn nikarin pêşiya vîna gel bigirin, em li vir nûnertiya gel dikin."   BEŞTAŞ: EM Ê BI HEV RE TECRÎDÊ RAKIN    Beştaş wiha axivî: “Îro ger hûn vê li Gemlikê pêk neynin jî, em li dijî tecrîda bi milyonan bi yek deng û yek dil daxwaza aştiyê diqîrin. Em ê bi hev re tecrîdê rakin, em ê bi hev re demokrasî, azadî û aştiyê bînin vî welatî, li pêşberî we ne HDP û ne jî gelê ku paşde gav biavêje tune ye."   Dema ku Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk daxuyanî dida, polîsan bi darê zorê xwest endamên çapemeniyê ji qadê derbixin. Parlamenterên li dijî vê pêkanînên keyfî hewl dan ku nehêlin rojnamevan guh nedin van pêkanînan.   Lê belê endamên çapemeniyê bi tundiyê re rûbirû man û bi zorê ji çemberê hatin dûrxistin. Girseya ku li kolanên Kadikoyê kom bûn, bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav", "Li dijî tecrîdê mil bi mil", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan" û “Bijî berxwedana zindanan” heta Parka Yogurtçu meşiyan.   OMER OCALAN: EM BI DEWLETA POLÎSAN RE RÛBIRÛ MAN    Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan li vir axivî û bi gotina, “Li rewşa heyî binêrin, tu eleqeya wê bi hiqûqê re nîne, dewleteke polîsan e. 7-8 sal in dewleta hiqûqê hatiye ragirtin. Polîs tundiyê li wekîl, gel û siyasetê dike. Em ê li ser zemîna siyaseta demokratîk nêrînên xwe bi gelê xwe re parve bikin, lê li vê rewşê binêrin, gelo ev yek dikare ji Kadikoyê re were kirin?" bertek nîşan da.   Tevî hemû êrîş û astengiyan jî girseyê bi dirûşmeyên "Her der tecrîd, her der berxwedan" heta avahiya navçeyê meşiyan, peyama ku heta tecrîda li Îmraliyê bê şikandin û aştî pêk were wê têkoşîn bidome dan.