12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-06-12 16:48:40   AMED - 12 kesên ku ji ber tevlibûna daxuyaniya Meşa Gemlîkê bûbûn hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Duh li Amedê, ji ber ku tev li daxuyaniya rêxistinên saziyên sivîl û partiyên siyasî ya ji bo Meşa Gemlîkê bûbûn welatiyên bi navê Vedat Ozer, Haşîm Kiliç, Yûnûs Emre Ozdemîr, Gulcan Yildiz, Elîf Înan, Ridvan Dayan, Abdûrrahman Elmas û 5 kesên ku navên wan nehatin hînbûn hatibûn binçavkirin. Îro piştî ku li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfadeyên wan hatin girtin, hatin berdan.