Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir 2022-06-12 18:20:06   AMED - Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê û TÎP'ê ji bo piştgiriye bidin, rojnamegerên kurd ku di binçavan de ne serdana DFG'ê kirin.   Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê û Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) ‘e tekildarî rojnamegerên kurd ku 8'ê hezîranê de hatibûn binçavkirin û hê jî di binçavan de ne ji bo piştgiriyê serdena Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) kirin.    Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û rojnamevan Hakkı Boltan li ser navê komeleye mêvanên xwe pêşwazî kirin. Ewil Platforma Ked û Demokrasiye ya Amedê serdanê kir.   PIŞTEVANIYA LI DIJÎ NEHEQIYÊ   Di serdane de ewil berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê yê Demê yê Amedê Sîraç Çelîk axivî. Çelik anî ziman ku binçavkirinên rojnamegeran naye qebûl kirin û ew ê li dijî vê behiqûqiyê ji bo piştgiriye bidin hatine serdanê. Çelik, diyar kir ku ew dê li dijî vê behiqûqiyê serî netewînin û got: “Heta ji destê me hat em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin. Em ê li dijî neheqiyê piştgiriyê bidin rojamevanên kurd."    Hevserokê Şaxa Odeya Endezyarên Ziraetê yê Amedê Samet Ûcaman jî axaftinek kurt kir û xwest tavilê neheqiya li ser rojnamevanên kurd bi dawî bibe.   PÊWISTIYA PIŞTGIRIYÊ    Rojnamevan Hakki Boltan jî ji bo piştgiriyê spasiyê kir û destnîşan kir ku ji bo rojnamevanên kurd ên di binçavan de piştevaniyek xurt lazim e.    TÎP'Ê SERDANA DFG'Ê KIR    Pişt re TÎP’ê serdana DFG'ê kir. Serokê TÎP’ê yê Amedê Salih Sargin jî anî ziman ku wekî partiya TÎP’ê ji bo piştgiriyê çi pêwîste be amade ne. Sargin destnîşan kir ku heke ew xwedî li rojnamevanan dernekevin dê ev êriş li ser her kesî pêk werin.    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu jî ji bo piştgiriye beşdaran spasiyê xwe anî ziman û divê ji bo hevalên wan binçavkirî piştgirî mezintir bibe.