Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin 2022-06-13 09:06:11 MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji ber krîza aborî fîrmayên ku înşeatan çêdikin peymanên xwe yên kar sekinandin.    Krîza aborî her roj kurtir dibe. Her çiqas ev ji aliyê AKP’ê ve were înkarkirin jî lê krîz li her qadê jiyanê xwe nîşan dide. Krîza aborî bandorek neyînî li ser sektora înşaetê dike û ev sektor top diavêje. Li Mêrdînê li gel şirketên taybet ên înşaetan çêdikin û projeyên aydê cemaweriyê jî hema bêje hemû ji ber krîza aborî hatin sekinandin. Muteahîtên ku ji cemaweriyê projeyên înşaetan girtibûn ji sedî 15’ê wan karê xwe qedandine. Lê ji ber nediyariya li piyasayê van mutehîtan karên xwe sekinandin û peymanên xwe yên kar bi yek alî sekinandin.    DERIYÊN ŞANTIYEYAN HAT GIRTIN    Ji van porojeyên hatine sekinandin projeya Şaredariya Mêrdînê ya di bin rêveberiya qeyûm de ku li kêleka avahiya edliyê otoparka sergirtî û parkê çêdike, projeya avahiya edliyeyê, projeya TOKÎ ya ji aliyê Wezareta Bajarvaniyê ve tê çêkirin hatin sekinandin. Ji ber bihabûna kelûpelên înşaetê peymanên kar bi yek alî fesh kirin. Deriyê şantiyeya hat girtin. Karkerên ji bajarên derdorê ku li wir dixebitîn jî ji neçarî vegeriyan malên xwe. Tê texmînkirin ku bi fiyetên aktuel projeyan ji nû ve derxin ber îhaleyan.    ÎHALE LI PEY HEV HATIN BETALKIRIN    Fîrmayên heyî ji ber rewşa nediyar a piyasayê nikarin karên nû jî bigirin. Li Mêrdînê 30 îhaleyên projeyên înşaetê ku ji aliyê Şaredariyê û Walîtiyê ve dê bihatana çêkirin ji ber rewşa nediyar hatin betalkirin. Otogara li Midyadê dihat xwestin were çêkirin çar caran derxistin ber îhaleyê, her wiha gelek karên înşaetê jî du caran derxistin ber îhaleyê lê belê neçar man ku betal bikin.