Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî! 2022-06-13 09:08:03   AMED - Tansu Işikli ya ducanî ku hevjînê wê hat girtin û tevdîra kelemçeya elektronîk 6 meha lê hat sepandin diyar kir ku wê ducaniyek zehmet derbas kiriye û xwest kelemçeya elektronîk were derxistin.    Aktîvîstê Komeleya Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli di 5'ê gulanê de bi hêceta "endamê rêxistinê ye” hat girtin û şandin Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê. Ji bo hevjîna Vahap Işikli, Tansu Işikli jî biryara "propagandaya rêxistinê kiriye” qedexeya derketina derveyî welat û tevdîra kelepçeya elektronîk lê bê xistin hat dayîn û bi şertê kontrola edlî hat berdan. Işikli ya ku di meha 6’emîn a ducaniyê de ye ji 31’ê gulanê û vir ve bi kelepçeya elektronîk dijî.  ‘EV SEPAN WEK TACÎZÊ YE’    Işikli ku bi kelemçeya elektronîk ku bi azadiya çûnûhatinê ya ku di nav sînorên navendî ya Amedê ve girêdayî ye dijî, diyar kir ku car caran sînyala kelepçeyê nayê kişandin û wiha got: “Ev kelemçe naxebite. Ji dema ku kelemçeyê li min xistine di hundirê xanî de jî nakişîne. Ji metbexê heta odê jî rewşeke nekişandinê heye. Dema ku rewşa kişandinê tune be, ekîb rasterast telefona min a desta dikin. Carinan telefona birayê min an jî xizmên hevjînê min dikin û li min dipirsin. Carinan rojê 6-7 caran telefon dikin. Carna bi şev saet 01:00, sibehê saet 06:00 telefon dikin. Em bibêjin ku hûn hewce ne ku wê biguhezînin dema ku cîhaz 3 demjimêran li ser barkirinê bimîne. Ji ber vê yekê divê hûn vê yekê bi şev bikin. Hûn ê bi vî rengî amûrê wekî zarokek derman bikin. Hûn ê bi şev şiyar bibin û wê li cîhek cûda bihêlin. Carinan ez bi şev şiyar dibim û wê li kêleka xwe li ber pencereyê dihêlim. Gazî min dikin û dibêjin 'Niha nexebitî, tu dikarî biçî cihekî din?' Ez dikarim bi şev saet di 02:00 de biçim ku derê? Yan jî ez diçim edliyeyê, dibêjin hûn dikarin li ber pencereya edliyeyê biçin? Li edliyeyê pencereyên wan tune, pêkanînên wan dişibin tacîzê."   'HEVJÎNÊ MIN LI ZINDANA GIRTÎ EZ JÎ LI YA VEKIRÎ ME’    Işikli anî ziman ku li Tirkiyeyê gel rastî gelek neheqî û bêhiqûqiyan tê û wiha got: “Em bi taybetî weke jin van neheqiyan dibînin. Heke kelemçe li lingê min xuya bibe, rojê herî kêm deh kes ji min dipirsin, 'Te çima ev li xwe kiriye?' Dema mirov li ser vê kelemçeyê ji min dipirsin, ez dibêjim, ‘hevjînê min xistin girtîgehê, li derve jî min dixin girtîgeheke vekirî’. Ev amûr heqareta li me ye.”    DUCANIYEK DIJWAR    Işikli destnîşan kir ku ceza bi îmzeyan an jî bi serlêdanên cuda pêk tê û wiha got: “Dikaribûn bi awayekî din vê yekê bisepandina. Dikaribûn wê bikin îmze. Ez niha 6 mehî ducanî me. Ez nikarim biçim cihekî din. Hevjînê min hat girtin, piştî meha 7’an rêwîtiya di dema ducaniyê de pir xeternak e. Vê rewşê gelek bandor li min kir. Ger qedexeyek wiha tunebûya, herî kêm di vê mehê de şansê min hebû ku biçim serdana wî. Pêvajoya ducaniyê ya min pir dijwar derbas dibe, ez hem ji aliyê bedenî û hem jî ji aliyê derûnî ve têdikoşim. Ji ber vê yekê ez daxwaz dikim ku ev amûr bê rakirin."   MA / Eylem Akdag