Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2022-06-13 09:26:57   BÛRSA - Rojnamevan Rozerîn Gultekîn û Ergîn Çaglar ku dema Meşa Gemlîkê ya li Bûrsayê dişopandin hatibûn binçavkirin, piştî wergirtina îfadeyên wan hatin berdan.    Nûçegihanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Ergîn Çaglar û nûçegihana JINEWS’ê Rozerîn Gultekîn ku duh lingê Meşa Gemlîkê yê Bûrsayê ya hate xwestin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ê 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin were lidarxistin, şopandin hatibûn binçavkirin. Rojnamevanên ku biribûn Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê piştî wergirtina îfadeyan di saetên şevê de hatin berdan.    Rojnamevan bi sûcê “Muxalefeta li dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan” hatin sûcdarkirin.    Hate hînbûn ku kesên din ên di heman çalakiyê de hatibûn binçavkirin jî piştî wergirtina îfadeyan bi fermana dozgeriyê hatine berdan.