Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket 2022-06-13 11:08:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Xwebûnê ku Midurê wan ê Karê Nivîsan Mehmet Alî Ertaş di bin çavan de ye bi manşeta “Pênûsa heqîqetê li erdê namîne” derket.    Di 8’ê Hezîranê de li Amedê 20 jê rojnamevan 21 kes hatin binçavkirin. Rojnameya Xwebûnê ku Midurê wan ê Karê Nivîsan Mehmet Alî Ertaş jî di bin çavan de ye bi manşeta “Pênûsa heqîqetê li erdê namîne” derket. Di manşeta rojnameya kurdî ku heftane weşanê dike de cih dan bertekên li dijî operasyona binçavkirinan.