Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin 2022-06-13 11:39:39 ŞIRNEX – Ji ber nexebitîna pergala sarkirinê, bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin. Her wiha welatiyên navçeyê jî bi vantîlatorên xwe diçin nexweşxaneyê.    Ji ber ku enerjiya heyî bi têrî nake, pergala sarkirinê ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattîn Cîzrelîoglu ya Cizîrê baş naxebite. Lewma gelek emeliyat hene ku bijîşk nikarin bikin. Hat zanîn ku di 5’ê hezîranê de klîma hatine vêxistin lê belê ji ber bêhêziya trafoyan, pergala sarkirinê nakeve meriyetê.    VANTÎLATOR TÊN BIKARANÎN!    Hewayê navçeyê her ku diçe germtir dibe û ji ber ku pergala sarkirinê baş naxebite, ji bilî nexweşên giran tu kes li nexweşxaneyê nayê razandin. Gelek nexweşên ku hatine razandin jî ji bo çareseriyê vantîlatoran bi kar tînin.    RÎSKA ENFEKSIYONÊ   Hat zanîn ku ji ber germahiyê, ji bilî nexweşên giran tu kes nayê emeliyatkirin. Ji ber kêmaniya di pergala sarkirinê de, xetereya enfeksiyonê ya piştî emeliyatan zêde bûye. Ji ber vê sedemê, bijîşkan rîsk girtine û nexweşan dişînin malên wan.    EV 4 SAL IN HEMAN PIRSGIRÊK HEYE   Pirsgirêka heyî ev 4 sal in berdewam dike û dihat gotin ku ev pirsgirêk dê bi kirîna klîmayan were çareserkirin. Lê belê vêcarê jî ji ber ku enerjiya heyî bi têrî nake, nikarin van klîmayan bixebitînin. Hat zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka enerjiyê, îhaleya krîna trafoyan hatiye destpêkirin.    LI POLÎKLÎNÎKAN JÎ HEMAN PIRSGIRÊK HEYE   Rewşa heyî li polîklînîkan jî berdewam dike û ji ber vê sedemê hem bijîşk û hem jî kedkarên tenduristiyê bêzar bûne. Hat diyarkirin ku klîmayên bi cureya eywanê yên portatîf ên li beşa lezgîn û polîklînîkan jî baş naxebitin.    PAQIJÎ NAYÊ KIRIN    Hat zanîn ku ji ber kêmaniyên di pergala sarkirinê de, vêcarê jî li nexweşxaneyê pirsgirêka hîjyenê derketiye. Paqijiya nexweşxaneyê ku divê nava rojê 5 caran were kirin, ji ber germahiyê nayê kirin. Pirsgirêka hijyenê jî rê li ber xetereya enfeksiyonê vedike.