Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin 2022-06-13 12:06:59   RIHA - Dayika Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du kurên wê ji hêla malbata Yildiz ê AKP’î ve hatibûn qetilkirin, di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de bal kişand ser salvegera komkujiyê û wiha bang kir: “Daxwaza min a edaletê ji bo her kesî ye. Dixwazim ku hûn sibe li cem me bin.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtin û darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar, dayika Emîne û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 462’yan de berdewam kir. Malbat, di danê sibehê de ji Pirsûsê hate ber deriyê Edliyeya Rihayê. Malbatê di çalakiyê de dowîza “Em edaletê dixwazin” vekirin.    Di dema çalakiyê de malbatê qala komujiya li wan hatiye kirin û têkoşîna xwe ya edaletê ji parêzer û welatiyên rêya wan bi edliyeyê ketin re kirin. Her wiha malbatê bang li hemû kesî kir ku di 14’ê hezîranê de beşdarî merasîma bîranînê bibin.    Dayika Emîne Şenyaşar ku tevî gelek astengî û zehmetiyan jî ev 462 roj in çalakiya xwe didomîne, bal kişand ser merasîma bîranînê ya ku dê sibe were lidarxistin û wiha got: “Ev bû 4 sal ku me nekarî bîranînê li dar bixin. Me nekarî şîna xwe bigirin. Bila hemû kes sibe li cem me be. Bila Fadilê min were berdan, edalet pêk bê û em jî wê rojê dê taziyeya xwe deynin. Daxwaza min a edaletê ji bo her kesekî ye. Bila edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê ez ê ji vir ranebim. Êdî bes e û em dixwazin li mala xwe rûnin. 3 kes qetil kirin û bila kurê min berdin. Ev 4 sal derbas bûn û dikeve sala 5’an. Bila ev zilm êdî bi dawî bibe. Bila kesên ku zarokên min kuştin bên girtin. Çima nayên girtin? Kesek li nexweşxaneyê li pêş çavên bijîşkan mirovan nakuje. Ez nexweş im û bi zor û zehmet têm vê derê. Heke ez bimrim jî bila li vir bimrim.”    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî jî bal kişand ser merasîma bîranînê ya sibê û bi hastaga #AdaletİcinUrfadayiz ev peyam parve kir: “Yê ku zilma dike kî dibe bila bibe, exlaq ew e ku mirov li dijî vê zilmê derkeve û kî dibe bila bibe piştevaniyê bide kesê li heqê xwe digere.”