Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin 2022-06-13 12:39:30   AMED - Danişîna doza derheqê Hevşaredarên Pasûr a Amedê Fatîh Taş, Ayşe Ay û 6 kesên din de bi îdiaya “Bi bikaranîna çekên nuekleerî re bûn sedema mirina 7 kesan” hatiye vekirin û daxwaza 8 caran cezayê muebbeta giran tê kirin, bi sedema ku bersûc li ser SEGBÎS’ê îfade neda, hate taloqkirin.     Di 12’ê îlona sala 2019’an de li devera Beyrok a gundê Agaçkorur ê Pasûr a Amedê teqînek çêbû û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sedema vê teqînê, derheqê Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Hevserokê HDP’a Pasûrê Mehmet Abîdîn Karaman, Midûrê Karên Fenê yê Şaredariya Pasûrê Şener Aktaş, Mehmet Emîn Ay ku namzetiya wî ya ji bo serokatiya şaredariyê ji hêla Lijneya Bilind a Hilbijartinê ve hatibû redkirin, Endamê Meclisa Şaredariya Pasûrê Yucel Çete û operatorê wesayîta kar Umît Fîdan de bi îdiayên “Kuştina biplankirî”, “Parçekirina yekparetî û yekbûna welat” û “Kuştina bi rêya şewat, lehî, texrîb, noqkirin, bombekirin an jî bi kar anîna çekên nukleerî, biyolojîk û kîmyewî”, li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Yekemîn danişîna dozê îro hate dîtin.    Bersûc beşdarî dozê nebûn. Kenan Barût ku dosyaya doza wî ya din bi vê dozê re kirine yek, ji girtîgeha ku lê dimîne li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû.    Barût, da zanîn ku dê bi zimanê xwe yê dayikê anku bi kurdî parastina xwe bike. Serokê dadgehê jî got ku haya wan ji vê daxwazê heye û wergêrek di danişînê de amade ye. Li ser vê yekê jî Barût got ku li ser SEGBÎS’ê nikare xwe baş îfade bike û xwest ku raste rast beşdarî danişînê bibe.    Şandeya dadgehê jî ev daxwaz nirxand û daxwaza Barût qebûl kir. Her wiha şandeyê biryar da ku Barût di danişîneke din de amade be û ji bo guhdarkirina bersûcên din danişîn taloqî 26’ê îlonê kir.