Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin 2022-06-13 13:20:54   AMED - Ji bo 20 jê rojnamevan bi giştî 22 kesên li Amedê hatine binçavkirin li pêşiya avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de binçavkirina rojnamegeran hate şermezarkirin û hat gotin ku desthilatdarî bi van operasyonan hewl dide rastiyan veşêre.    Komeleya Rojnamegerên Dicle Fıratê (DFG) û Platforma Rojnamegerên Jin ya Mezopotamyayê (MKGP), tekildarî 20 jê rojnamevan 22 kesên di 8’ê hezîranê de hatin binçavkirin li pêş avahiyên Produksiyonên Piya û Arî ku 6 roj in di bin dorpêça polîsan de ne daxuyanî dan. Balkêş bû ku beriya daxuyaniyê pêşiya avahiyan bi otobusên polîsan hate girtin. Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn, aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP’ê û HDP’ê yên Amedê, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, TÛAY-DER’ê, MED-DER’ê, ÎHD’ê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek rojnamevan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin bêdeng bikin” hate vekirin.      Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku careke din ji bo ku bêjin “rojnamevanî ne sûc e” hatine ba hev. Muftuoglû, bi bîr xist ku di serdegirtinên malan ên di 8’ê hezîranê de 20 jê rojnamevan 22 kes hatine binçavkirin û wiha got: “Hempîşeyên me yên 6 roj in di bin çavan de tên ragirtin ji ber biryara sînordarkirina dosyaya wan, sedemê binçavkirina wan nayê zanîn. Beriya çend rojan jî dema binçavkirina wan 4 rojan hate dirêjkiri.”   DEST DANÎN SER AMÛRAN   Muftuoglû, da zanîn ku 22 kesên hatine binçavkirin hêj li Miduriyeta Polîsan a Amedê di bin çavan de tên ragirtin û wiha berdewam kir: “Ligel operasyona hatiye kirin, li şîrketên ajans û produksiyonên ku cihê xebatê yên hevalên me ne, dest danîn ser hemû amûran. Tevî vê destdanîna bê sedem, ketina şîrketên produksiyonan jî tê asteng kirin.    ZIMANÊ ÊRIŞÊ YÊ MEDYAYA ALÎGIR   Muftuoglû, bi lêv kir ku tevî êrişên desthilatê rastî êrişên “medyaya alîgir” jî dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em hemû sazî û dezgehên medyayê ku bi zimanê desthilatê nêzîk dibin û rojnamevanan dikin hedef şermezar dikin. Ev zimanê êrişî kesên ji bo gel nûçegihaniya heqîqetê dikin zimanekî derveyî civakê ye. Em vî zimanê rêgezên rojnamevaniyê binpê dikin qebûl nakin.”   MAFÊ AGAHÎGIRTINÊ DI HEDEFÊ DE YE   Di berdewamê de Muftuoglû anî ziman ku desthilatdarî di hemû polîtîkayên xwe de manîpulasyonê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi destê medyaya hawîz rastiyan ji civakê vedişêrin û hewl didin şer, krîza aborî û siyaseta qirêjî binixûmînin. Ji ber vê yekê jî zexta xwe ya li ser derdorên ku rastiyê bi civakê re parve dikin, girantir dikin. Desthilatdariya ku hewl dide bi polîtîkaya xwe ya zextê civakê razî bike, êrişî hemû rastiyan dike. Sedema hemû binçavkirin û girtinên di dema dawî de ji bo veşartina rastiyan e. Desthilatdarî bi vê operasyona li dijî rojnamegeran re dixwaze bandora şerê ku dimeşîne û krîza aborî binixûmîne û mafê agahîgirtinê yê gel hedef digire. Desthilatdariya ku hewl dide rastiyan veşêre, herî zêde jî xebatkarên çapemeniya azad ku rojnamegeriya heqîqetê dikin, hedef digire.”    'ÇAPEMENIYA AZAD HER TIM LI BER XWE DA’   Bi domdarî Muftuoglu destnîşan kir ku xebatkarên çapemeniya azad her demê rastî êrişan hatine û wiha pê de çû: “Lê belê tevî êrişan jî li ber xwe dan û karê xwe berdewam kirin. Rojnamegerên ku heqîqet derdixistin holê di salên 90’î de bûn hedefa Hîzbûllah û JÎTEM’ê, di salên 2000’î de jî bûn hedefa cemaetê. Di wê pêvajoyê de bi dehan rojnamegerên kurd ên ku di şertên herî giran de rastî digihand gel, hatin qetilkirin. Avahiyên rojnameyan hatin bombeekirin, bi sedan jê hatin girtin. Îro jî rojnamegerên ku li dijî zext û manîpulasyona desthilatdariya AKP-MHP’ê, heqîqetê radigihînin dibin hedefa êriş û zextan. Çapemeniya kurd her tim weşaneke li dijî nîjadperestî, netewperestî, olperestî û zayendperestiyê kir. Weke xebatkarên çapemeniya azad ku tevî hemû êrişan jî dev ji rêya heqîqetê bernadin, şopdarên xeta berxwedanê ya li ser rêya heqîqetê ne ku ji Apê Mûsayan heta Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Rohat Aktaşan didome. Tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî em ê xwedî li vê mîrasê derkevin.   'KESEK NIKARE XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKE’    Nabe ku hevalên me yên ku rojnamegeriya xwe li pêş çavên tevahiya raya giştî dikin û bernameyan pêşkeş dikin bên krîmînalîzekirin. Rojnamegerî sûc nîne. Hevalên me yên ku bi rojane di çarçoveya armancên siyasî yên desthilatdariyê de di bin çavan de tên ragirtin, divê di zûtirin demê de bên berdan. Heta ku hevalên me tên berdan jî em ê daxuyaniyên xwe bidomînin.”    Muftuoglû, da zanîn ku dê sibe saet di 13.00’an de li pêşiya avahiya JINNEWS’ê ya li Taxa Kooperatîfan a Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyê bidin û banga tevlibûnê li hemû kesî kir.    ‘EM Ê DEV JI NIVÎSANDINA HEQÎQETÊ BERNEDIN’   Her wiha li ser navê MKGP’ê jî rojnameger Roza Metîna axivî û ev tişt anî ziman: “Çapemeniya azad li dijî van êrişan li ber xwe dide. Heke îro kesên heqîqetê radigihînin bên binçavkirin, wê demê mirov nikare qala hiqûqê bike. Weke çapemeniya azad, em ê sibe jî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî van neheqiyan bidomînin.”