Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da 2022-06-13 15:57:20   ÇEWLIK - Hat îdiakirin ku girtiyê bi navê Muhammet Yildirim ku li Girtîgeha Baybûrtê dihat ragirtin ‘întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest daye.    Girtiyê edlî Muhammet Yildirim (22) li Girtîgeha Baybûrtê dihat ragirtin. Hat îdiakirin ku Yildirim rojek berê ‘întîhar kiriye’ û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da ye. Li gorî agahiyan, Yildirim ev 3 meh bûn li Girtîgeha Baybûrtê dihat ragirtin û rojek berê bi dermanan întîhar kiriye. Piştî ku rewşa hatiye ferqkirin, Yildirim rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Baybûrtê û ji wir jî şandin Girtîgeha Dewletê ya Trabzonê.    Hat zanîn li Trabzonê mîdeyê wî hate şûştin û xetereya mirinê rabûbû. Hat îdiakirin ku duh di saetên serê sibehê de Yildirim krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Piştî kar û barên otopsiyê ya li nexweşxaneyê, endamên malbata wî cenazeyê zarokê xwe hilgirtin û li Çewlikê definkirin.    Li hêla din, hat zanîn ku di dema şûştina mîdeyê Yildirim de 72 hebên ku navên wan nayên zanîn hatine derxistin.