Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin 2022-06-13 16:40:51 ENQERE - Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di axaftina xwe de dîsa çêr kirin û parlamenterên HDP’ê yên beşdarî Meşa Gemlîkê bûyîn hedef girt û wiha got: “Di wê baweriyê de me ku parêzbendiya parlamenteriyê maf nade kesekî ku pesnê terorîstan bidin.”    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan di Merasîma Xelatan a Şampiyonên Îxracatê de axivî. Erdogan, di axaftina xwe de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên beşdarî meşa Kadikoyê bûyîn hedef girt. Erdogan, çêr li kesên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berz dikirin kir û wiha got: “Di wê baweriyê de me ku parêzbendiya parlamenteriyê mafî nade kesekî ku pesnê terorîstan bidin.” Bi domdarî Erdogan bi darazê gef li palamenteran xwar.