Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin 2022-06-14 09:05:41   ŞIRNEX - Li Zozana Berkanîka ya navçeya Elkê ya Şirnexê berîvanên ku bi salan e pez xwedî dikin ji ber polîtîkayên şer ê hikûmetê êdî heqê keda wan jî bi dest wan nakeve. Bêrîvanên ku ji vê rewşê nerazîne gotin: "Penîrê ku em  bi zehmetiyeke mezin çêdikin bi 40 lîreyan difiroşin, lê penîrê ku marketê tê firotin tenê parçeyeke wî bi 30 lîreyan tê firotin. Ma ev heqê xwedê ye?"   Li Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer ê hikûmeta AKP-MHP'ê aloziya aborî her ku diçe berfireh dibe û dixitime. Hikûmeta ku di polîtîkayên xwe yên aborîyê de têk diçe çareseriyê jî di bihakirinê û zeman de dibîne. Bufçeya ku ji şer re tê veqetandin dibe sedemeke sereke ya têkçûyina aboriya Tirkiyeyê.    Deverên ku bi sewalkariyê debara xwe dikin jî para xwe ji aloziya aborî girtine û nema dikarin pez xwedî bikin. Li navçeya Elkê ya Şirnexê bêrîvanên ku her rojn şeveqê zû berê xwe didin Zozana Berkanîka heqê destê wan bi dest wan nakeve. Jinên ku bi salane bêrîvaniyê dikin û debara xwe bi sewalkariyê dikin ji ber aloziya aborî û bêqimetkirina sewalkariyê nerazî ne.     'EM KÎLOYÊ 40 LÎREYAN DIDIN,A101 PERÇEYEKÎ 30 LÎREYAN DIDE'   Esmer Dûrmûş a 60 salî anî ziman ku keda wan tê binpêkirin û ev yek bi krîza aborî re hîn bêtir berbiçav bûye û got: "Em her roj saet di 8'an de tên bêriyê. Heta ku em diçin em yek saniyeyekê jî nasekinin. Em rojê du caran pez didoşin. Heta ku em diçin malê saet dibe 5'ê êvarê. Pez xwedîkirin gelek zehmet e. Me bayê 70'ê hezaran qa kirî. Ew jî heta ku têra biharê kirî. Êdî tu feydaya pez nemeye. Hema ew e ku kar tune ye û ji nêçariya xwe xwedî dikin. Dewlet jî bi tu awayî piştgiriyê nade me. Çend rojên din em ê koneyên xwe li zomê vedin. Vê carê jî dibe 2 mal û debar pir zehmet dibe. Aloziya aborî heye û tişt giran bûne. Li mala me tenekeyeke rûn 20 rojan jî têra me nake, Ji ber ku qerebalix e. Em ji nêçariya xwe pez xwedî dikin. Ew jî em dibêjin goştê me hebe, ku em bikaribin bixwin."   Dûrûmûş bertek nîşanî kesên dibêjin  krîza aborî tune ye da û got: " Torbeyê arî hatiye 400 lîreyan, tenekeya rûn bûye 800. Çawa dibe ku dibêjin krîz tune ye. Ma ev ne krîze? Penîrê ku em  bi zehmetiyên mezin çêdikin bi 40 lîreyî difiroşin, lê penîrê ku li A101'ê tê firotin tenê parçeyeke bi 30 lîreyan tê firotin û ew jî têra 2 taştêyan jî nake. Ma ev heqê xwedê ye? Berê dewlemendên gundan ew bûn ê ku pez xwedî dikir. Lê niha xizanê gund bûne ew. Lê bi qasî jî destê me bê em ê pezê xwe xwedî bikin."   'QÎMETA PEZ NEMA'   Ji bêrîvanan Hatûn Dûrmûş a 57 salî jî bertek nîşanî polîtîkayên şer ên hikûmetê dan û anî ziman ku sedema sereke ya van aloziyan polîtîkayên hikûmetê ne û got: "Berê qîmeta pez hebû. Berê me ji pez sûd digirt. Lê niha tu feyda wî ji me re tune ye. Her tiştek bihabû ye, tu xweşiya tiştekî nema ye. Zem avêtiye ser her tiştekî. Her roj zem diavêje ser mazotê. Êdî mirov nikare debara xwe bike.Tu maaşê me nîn e. Em bi vî pezî ve rezîl dibin. Ev ne xema dewletê ye jî. Kî biçe çiyayan ji xwe re giya kom bike jî dibêjin 'terorîst e' dikujin. Em her tiştî dikirin. Ceh dikirin, ka dikirin. Niha tu qîmeta pez nema ye. Kes pez nakire. Tu xweşiya vê demê nemaye. Em jî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Lê nahêlin ku em pez jî xwedî bikin. Her roj şer e, her roj diçe cihekî şer dike. Li vir debara her kesî li ser vî pezî ye. Heke ku pez xwedî nekin zarokên wan wê birçî bimînin."   'JI BER BIHABÛNA MAZOTÊ EM Ê LI VIR BIMÎNIN'   Eydê Dûrmûş a 56 salî jî diyar kir ku Tirkiye di rewşeke awarte re derbas dibe û wiha axivî: "Em bi zehmetiyeke mezin pez xwedî dikin. Êdî pezxwedîkirin ne weke berê ye. Bûye krîz em êdî nikarin zarokên xwe û pezê xwe xwedî bikin. Em heta êvarê li ber vê tavê pez didoşin. Heqê destê xwe bi dest me nakeve. Debara me jî ev peze ye, lê ew jî nema dikarin xwedî bikin. Hem ji ber van qedexeyan û hem jî ji ber vê aloziyê kes nema ku pez xwedî bike. Em dixwazin ku her tiştek erzan bibe ku em jî bikaribin pez xwedî bikin. Pere tune ye ku em heqê erebeyê bidin. Ji ber ku mazot biha bûye em ê koneyên xwe li vir vedin û heta payîzê li vir bimînin."   BERÊ BI 700 LÎREYAN,NIHA NIKARIN BI 7 HEZARAN DEBARA XWE BIKIN   Ji şivanan Rahmî Yîgît ê 60 salî jî bilêv kir ku  aloziya heyî bandoreke neyînî li ser wan dike û got: "Pêşiya niha dema ku 100 lîre di berîka mirov de bûya mirov dikaribû her tiştekî bikire. Lê niha mîlyarek jî di berîka mirov de be, mirov biçe tiştek pê nayê. Niha meha me şivanan 7 hezar e. Berê bi 700'Î bû bû û me dikarî zarokên xwe pê xwedî bike. Lê niha em nikarin bi 7 hezaran debara xwe bikin. Weke din jî şivanî jî gelek zehmet e. Em bi zehmetî debara xwe dikin. Her roj zemeke dîavêje ser. Ev 15 sal in ez li vê herêmê şivaniyê dikim, lê cara yekem e ku ez vî tiştî dibînim. Niha kesek nikare debara xwe bike û pere bê qîmet dibe û her tiştî jî zem dikin û milet perîşan kirin."