Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2022-06-14 10:07:40   ŞIRNEX - Zaroka bi navê Kezban Sakcak a 15 salî ku tevî malbata xwe ji bo kar ji Cîzirê çûbû Bûrsayê, ev du hefte bûn winda bûbû û cenazeyê wê hate dîtin.    Zarokê bi navê Kezban Sakcak a 15 salî tevî malbata xwe, ji bo karê demsalî ji Cizîrê çûbû Bûrsayê. Sakcak, ev du hefteye bi awayekî guman winda bûbû. Cenazeyê Sakcak li berava Gola Ûlûbatê ya navçeya Karacabeyê hate dîtin û ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê.    Sedema mirina Sakcak piştî kar û barê otopsiyê dê diyar bibe.