Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke 2022-06-14 11:48:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Birêvebirina Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman, diyar kir ku di bingeha êrişên Tirkiyeyê de tunekirina gelê kurd heye û ev tişt got: "Tişta ku PDK dike şaşiyek dîrokî ye û wê gelê kurd PDK'ê efû neke."   Endamê Komîteya Birêvebirina Eniya Têkoşîna Demokratîk Adil Osman, derbarê êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dimeşîne de ji Rojnewsê re axivî û nirxandinan kir. Osman, diyar kir ku êriş li ser bingeha tunekirina hebûn, ziman û çanda kurdan hatiye destpêkirin û kurdan li dijî van êrişan biryara berxwedana daye û wiha got: "Peywira partî û hêzên kurdan ew e ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin. Heke ev şoreş bişikê wê dor bê hevkaran jî. Dîrokê nîşan daye ku hevkar çawa tune dibin. PDK li eniya dijmin şer dike û bi kincên xwe leşkerên dijmin diparêze. Lê tev na di nav PDK'ê de welatparêzên li dijî vê dagirkirin û polîtîkayê dertên hene. Rêveberên vê partiyê xizmeta dagirkeran dikin. Tişta ku PDK dike şaşiyek dîrokî ye û wê gelê kurd PDK'ê efû neke."