CHP'ê giliya SADAT'ê kir 2022-06-14 12:00:16   ENQERE - CHP'ê derbarê SADAT'ê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û gilî kir.    Serokwekîlê Koma CHP'ê ya Parlamentoyê Bulent Tezcan, bi şandeyekê re serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û giliya SADAT'ê kir. Piştî giliyê şandeya CHP'ê li ber edliyeyê daxuyanî da. Tezca, di daxuyaniyê de diyar kir ku ji parvekirin û peyamên ku parve dike aşkera xuya ye ku SADAT rêxistineke suc e û karûbarên paramilîteriyê dike û bi piştgiriya Qesrê tevdigere.