'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin' 2022-06-14 12:28:58   ŞIRNEX - Dayika Elîf Ataman ku di sala 2017'an de di şer de jiyana xwe ji dest da û hê jî cenazeyê wê wernegirtiye bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK'ê û wiha bertek nîşan da: "Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike."    Elîf Ataman di sala 1985'an de li Îzmîrê tê dinê. Malbata Ataman ji ber hin pirsgirêkên malbatî ji bêgavî berê xwe daye Îzmîrê. Çendî jiyana li metrepolan ji bo malbata Ataman zehmet be jî, lê di nav xîzanî û nijadperestiyê de li ber xwe dide. Lê piştî wextekê Elîf jiyana li wir qebûl nake û ji malbata xwe daxwaz dike ku vegerin warê. Pişt re malbata wê bi vê daxwazê berê xwe dide navçeya Sîlopiya ya Şirnexê. Ataman a ku dibistana navîn li Şirnexê kuta dike, lîseyê jî li bajarê Mersînê diqedîne. Pişt re beşa rojnamevaniyê ya zanîngeha Amedê qezenc dike. Ataman di sala 2006'an de ji dayikên berxwedêr ê Botanê bandor digire. Bi girêdayî vê dikeve nav lêgerînekê û bi awayekî çalak di nava xebatan de cih digire. Li zanîngehê ev lêgerîn û lêkolîna wê mezintir dibe û di sala 2009'an de daxilî nav xebatên Tevgera Ciwanên Şoreşger dibe. Pişt re li gelek bajaran xebatên xwe yên ciwanan didomîne. Di dema xebatan de li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê tê binçavkirin. Piştî ku tê berdan zext û êrîşên li ser wê zêde dibin. Ataman jîgefên lê tên xwarin û zextên lê tên kirin qebûl nake û di sala 2013'an de tevî hevaleka xwe tev li nava refên PKK'ê dibe û di sala 2017'an de li herêma Bestayê li noqteya Xezalê di şer de jiyana xwe ji dest dide.   Dayik Havahan Ataman behsa keça xwe Elîf Ataman kir.     'DEMA KU ÇÛ MIN ŞÎNA WÊ DANÎ'   Ataman anî ziman ku keça wê her tim di nava lêgerînekê de bûye û behsa wê kir: "Ji ber pirsgirêkeke malbatî di sala 1980'an de em çûn Îzmîrê. Keça min Elîf jî li wir dayik bû. Her carê digot wijdana min nerihet e.Min digot, 'Çima wijdana te nerihet e?' digot, 'Kurê weke me mala xwe de ker e, lê mala hin malbatan jî di vê dozê de xera dibin.' Pişt re ji min re got, 'Yadê mirin her heye, heger mirov bimire jî bila bi şeref û birûmet bimire.' Mehek di ser vê gotina wê re derbas nebû keça min çû û tev li nav refên PKK'ê bû. Ev tişt ketibû dilê wê.Tu kesî ew bi zorê nebir. Keça min ev rêya hilbijart û bi vîna xwe çû. Ez bi wê serfiraz im û keyfxweş im. Dilê min pê dişewite, lê ez bi wê serbilind im. Jixwe piştî ku ew rê hilbijart min got, bila li wê pîroz be. Dema ku çû ez mehekî cemidî mam. Roja ku keça min çû min şîna wê danî. Keseke gelek xurt bû. Dema ku çûyî rojên ewil me tu agahî jê nestand. Hê ku neçûbû carekî hatibû girtin. Me got dibe ku dîsa hatibe girtin û wenda kiribin. Serê kurdên bi şeref û namus sax be."   'DIXWEST VEGERE AXA XWE'    Ataman bi lêv kir ku her tim keça wê li hemberî zilmê bi bertek bûye û di dawiyê de mirada xwe pêk aniye û wiha domand: "Min keça xwe gelek bi delalî mezin kir. Jixwe çiyayî mezin bûn. Her tim dixwend. Zêde li gel min nedisekinîn. Ji bo serdanê dihat malê û dîsa diçû. Bi xîzanî me ew dan xwendinê. Bavê wan heta êvarî li ser înşaatê kar dikir ku wan bide xwendin. Lê Elîfê qebûl nekir û ev rê hilbijart û çû. Rêyeke şeref û namusê ye, ez şerm nakim. Her tim li hemberî binpêkirina mafên jinan radibû. Her carê digot, 'Qasî mêr divê mafê jinan jî hebe.' Dema ku jinek bindest didît pir aciz dibû û qebûl nedikir. Zarokên min hemû li Îzmîrê mezin bûn. Elîfê ji Elkê pir hez dikir. Her carê digot, 'Em hatine bajarê tirkan çi?' Ji ber wê dibistan li wir xelas nekir û em pişt re derbasî Sîlopyayê bûn û li Şirnexê dibistana navin xwend û lîse jî li Mêrsînê xwend. Piştî ku derbasî zanîngehê bû di nav xebatên partiyê de cih girt. Bi awayekî çalak dixebitî. Pişt re tev li nav refên PKK'ê bû. Wijdana wê nerihet bû. Ji hevalên xwe re pir dilsoz bû. Her tişt ji bo doza kurdatiyê kir. Pir fedakar bû. Cesareta wê pir mezin bû. Roja ewil ji hevalên xwe re gotiye, 'Ez ê biçim.' Hevalên wê jî jê re gotine, 'Tu naçî çiya xebata xwe li vir bike.' Ew ê jî ji wan re gotiye, 'Heger ez neçim çiya ez ê li bajêr tu xebatan nekim.' Kesekî ew nebir bi îradeya xwe çû. Çimkî keça min zana bû û ji ber wê çû. Li gel çûyinê gihişte mirada xwe. Yek carê jî min neditiye kesekî der heqê wê de xerab axivîbe û yan jî dilê yekî ji wê mabe. Piştî ku çû jî herkesî digot, 'Miroveke pir jîr bû û serkeftî bû.' Heya çû j kesekî jî neêşand. Li dibistanê jî xurt bû û hêvî dikim ku di wê rêya xwe de jî xurt bûye."    'BILA ŞERM BIKE'   Ataman bal kişand li ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re jî. Ataman anî ziman ku "xiyaneta" Barzanî îro dibe sedema mirinan û got: "Heger kurd destê xwe bidin hev kesek nikare bi wan. Xwedê ji kurdê xayin ne razî be. Zarokên me îro axa Barzanî diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dike. Îxanetê li axa xwe dike. Bila şerm bike û li axa xwe û kesên ku xwedî li axa wî derdikevin xwedî derbikeve. Bila bes dayik bigirîn, bila bes xebera mirina zarokan biçe ji dayikan re. Bila bes zarokên xelkê bên kuştin. Em aşitî û edeletê dixwazin bila bes cenaze bên. Gazinên me ji kurdê xayin re heye. Bila bes birayê xwe bidin kuştin û li ser zarokên me xwe dewlemend dikin. Kesek ji birçîna nemiriye ku diçin dibin cerdevan û sîxûr."   DAXWAZA CENAZEYÊ KEÇA XWE KIR   Ataman diyar kir ku hê cenazeyê keça xwe nedîtine û got: "Ji bo cenaze me li vir ji bo DNA'yê xwîn da û em li benda encama wê ne. Em dixwazin ku cenazeyê wê wergirin. Heger gora wê hebe, weke ku şehîd neketibe ez ê bihizirim. Tenê daxwaza min ew e ku hestiyekê wê ji min re bê. Tiştekî neweş e ku mirov li benda cenazeyê zarokên xwe be. Şehîd ketiye, ez pê serfiraz im, lê dixwazim cenazeyê wergirim."