6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn 2022-06-14 12:30:40   AMED - Li Endamê MEBYA-DER'ê Mehmet Hafiz Şik 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Danişîna doza ku li Endamê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) Mehmet Hafiz Şik hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Şik tev li danişînê nebû lê parêzera wî Neval Tamam Polat li danişînê amade bû.    Di danişînê de dozger ji ber tevlîbûna cenazeyên PKK'iyan, civîn û daxuyaniyên HDP'ê û endamtiya wî ya MEBYA-DER'ê Şik bi "endamtiya rêxistinê" sûcdar kir û xwest ku bê cezakirin.    Parêzer Polat parastina muwekîlê xwe Şik kir û daxwaza beraeta wî kir.    Dadgehê, 7 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Şik birî û piştre ceza daxist 6 sal û 3 mehan.