Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest 2022-06-14 13:25:15   MÊRDÎN - Derheqê Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu de doz hatibû vekirin. Di danişînê de dozger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest ku hevşaredar bên cezakirin.    Danişîna 9’emîn a doza derheqê Hevşaredara Qoser a Mêrdînê Nilûfer Elîk Yilmaz ku ji hêla Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve ji peywirê hatibû girtin û piştre jî hatibû girtin û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu de hatibû vekirin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate dîtin. Her du şaredar beşdarî danişînê nebûn lê belê parêzerên wan amade bûn.    Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraq hatin xwendin. Di danişînê de dozger mutalaaya xwe da dadgehê. Dozger, di mutalaaya xwe de beyanên “şahidên nepen” ên ku emniyetê gotibû “Di nava Bernameya Parastina Şahidan de nînin” û xwest ku Yilmaz û Oncu bi sedema “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin.    Parêzeran jî li dijî mutalaaya dozgeriyê dem xwest.    Dadgehê daxwazên parêzeran qebûl kir û danişîn taloqî 10’ê cotmehê kir.