Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir 2022-06-14 16:04:50   ENQERE - Polisan, Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker li Enqerê binçav kirin.    Serokê Damezrîner ê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) û Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tûrgût Oker, li Enqerê ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Hat hînbûn ku ji aliyê Yekemîn Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya Semsûrê ve lêgerîna wî hebûye û ji aliyê polisên Miduriyeta Polisan a Navçeya Çankayayê ve hatiye binçavkirin.    Piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polîsan wê sewqî edliyeyê bê kirin.