Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin 2022-06-14 16:05:54   STENBOL - Danişîna xebatkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê bi hêceta “lêkolîna dosyeyê” hat taloqkirin.    Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. Danişîna doza xebatkarên rojnameyê berdewam dike. Danişîna doza piştî biryara îstînafê ya xerakirina cezayê hatibû birin û biryara beraetê ji nû ve tê lidarxistin. Danişîna çaremin a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê ya 23’yemîn hat lidarxistin. Parêzerên rojnamevanan beşdarî danişînê bûn. Parêzeran xwest miwekîlên wan bên beraetkirin.    Dozger dîsa mutalaya xwe dubare kir. Dozger xwest Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameyê Îshak Yasûl, Xwediyê Îmtiyazê Îhsan Yaşar, rojnamevan Mehmet Alî Çelebî, Hîcran Urun û Reyhan Hacioglu bi îdayên wek “endamtiya rêxistinê, propagandaya rêxistinê, weşandin û çapkirina weşanên rêxistinê” werin cezakirin. Dozger derbarê Pinar Tarlak a ku berê hatibû beraetkirin jî bi heman îdiayan ceza xwest. Dozger ji bo belavkara rojnameyê Mizgîn Fendîk daxwaza beraetê kir.    Dadgehê ji bo lêkolînkirina dosyeyê biryar da û danişînê taloqî 15’ê îlonê kir.