Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin 2022-06-14 16:55:10   ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Bayrakliyê Abdûllah Tellî yê di Nobeta Edaletê de axivî, xwest ku ji bo edalet were welatî deriyên Îmraliyê bên vekirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin, di roja 73’yemîn de li pêş Baroya Îzmîrê berdewam kir. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Bornova û Bayrakliyê piştgiriya malbatên girtiyan kir. Malbatan pêşmalkên li ser “Ji girtiyên nexweş re azadî” dinivîsî li xwe kirin û dest bi nobeta xwe kirin.    ‘BILA DAXWAZ BÊN PÊŞWAZÎKIRIN’   Hevseroka HDP’a Bayrakliyê Ayşe Silik a di Nobeta Edaletê de axivî diyar kir ku li cem malbata ne û da zanîn ku çalakî ji bo bidawîkirina binpêkirinên mafan û pêkanîna edaletê girîng e. Silik, qala binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin kir û diyar kir ku girtî nayên derman kirin. Silik, bertek nîşanî şewitandina înfaza girtiyan da û wiha got: “Li dijî zextên zêde dibin dayik di nobetê de ne. Em piştevaniya Nobeta Edaletê ya dayikan dikin û xwedî lê derdikevin. Daxwaza maf a herkesî rewa ye. Bila daxwaza malbatên di Nobeta Edaletê de bên pêşwazîkirin û zextên li ser girtiyan bên bidawîkirin.”   ‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’   Pişt re Hevserokê HDP’a Bayrakliyê Abdûllah Tellî jî xwest ku civak hemû divê piştgiriya malbatên di Nobeta Edaletê ne bikin û wiha got: “Me xwest li dijî zextên diqewimin bimeşin Gemlikê. Lê polîsan asteng kir. Divê aştî were vî welatî. Ji bo ku aştî û edalet were divê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê tê meşandin bi dawî bibe. Çareserî bi kêrî hin kesan nayê; ji ber vê yekê nahêlin birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Deriyên Îmraliyê vekin, pêdiviya mirovan bi aştiyê heye.”