Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin 2022-06-14 17:11:24   RIHA - Ji ber salvegera kuştina ferdên malbata Şenyaşar, Nobeta Edaletê ya malbatê Şenyaşar îro bi awayekî girseyê hat lidarxistin. Parêzeran got ku dosya ji wan tê veşartin.    Di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihbayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku hevjînê wê Haci Esvet û kurên wê Celal û Adil Şenyaşar hatibûn kuştin, di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobet di roja 463'an de berdewam kir û ji ber salvegera komkujiyê nobeta îro bi awayekî girseyî hat lidarxistin.   'EM EDALETÊ DIXWAZIN'    Piştî bîranîna li ser goristanê ya li navçeya Pîrsûsê malbat û hevserokên KCD û DBP'ê Berdan Ozturk û Salîha Aydenîz jî di navde nûnerên bi dehan partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û hiqûqî, sendîkayên kedê û parêzer piştgirî dan malbata Şenyaşar. Tevahiya nobetê dovîzên "em edaletê dixwazin" hatin hilgirtin û beşdaran dûrişmeyên "Wê AKP hesab bide gel" û "Maf hiqûq û edalet" hatin berzkirin.   Di nobetê de destpêkê Berdevkê Demê yê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Gokhan Dayik axivî û got ku ji ber polîtîkaya bêcezahiştinê didome 4 sal in ji bo malbata Şenyaşar edalet pêk nayê. Piştre parêzerê malbatê Serhat Kûr jî axivî û got ku dosya komkujiya malbata Şenyaşar ji wan tê veşartin.    'WÊ EDALT BI SERKEVE'   Piştî Kûr Ferît Şenyaşar axivî û diyar kir ku 4 sal in dosya wan bi biryar nepeniyê tê parastin û ev tişt got: "Bi milyonan kes li doza me xwedî derketin. Desthilata parlamenterê xwe diparêze. Li nexweşxaneyê sûcê li dijî mirovahiyê pêk hat. Heqîqetek heye û ew jî derketiye holê. Lê zilm didome. Dozger ji me direvin. Em mafdar in û em ê bi serkevin. Daxwazên me hiqûqî ne. Di dawiyê wê edalet û hiqûq bi serkeve."   'HÛN Ê HESAP BIDIN'   Piştre Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî û got ku kujer diyar in û wê hesab bidin.    OHD: EM JI BO BIDAWÎKIRINA ZILMÊ LI VIR IN   Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Melîscan Guneş jî destnîşan kir ku li her derî bêedaletî heye û got ku ji bo bidawîkirina zilma li dijî malbata Şenyaşar li Rihayê ne.    Di berdewamê de gelek nûnerên rexistinan axivîn û ji bo malbata Şenyaşar daxwaza edaletê kirin.