Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê 2022-06-14 21:20:03   AMED - DFG û MKGP'ê ji bo rojnamevanên ku 7 roj in di binçavan de ne û tê payîn dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin bang kir ku her kes bê ber edliyeyê.    Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DGF) û Paltforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) dê sibê li ber Edliyeya Amedê ji bo 20 jê rojnamevan 22 kesên ji 8'ê Hezîranê ve di binçavan de ne daxuyaniyê bide.    DFG'ê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal daxuyand ku dê rojnamevan sibê danê sibehê sewqî edliyeyê bên kirin. DFG'ê ragihand ku dê sibê saet di 12'ê nîvro de li ber edliyeyê daxuyaniyekê ji bo rojnamevanan bide û bang li her kesî kir ku sibê ji bo piştevaniyê bê ber edliyeyê.