Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin 2022-06-14 23:55:46     ŞIRNEX - Cenazeyê zaroka bi navê Kezban Sakcak a 15 salî ku bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû,  li Cizîrê hat definkirin.    Zaroka bi navê Kezban Sakcak a 15 salî tevî malbata xwe, ji bo karê demsalî ji Cizîrê çûbû Bûrsayê. Sakcak ku  du hefteyan bi awayekî guman winda bûbû, duh cenazeyê wê li berava Gola Ûlûbatê ya navçeya Karacabeyê hatibû dîtin û ji bo kar û barên otopsiyê ew rakiribûn Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê.  Piştî otopsiyê malbatê cenazeyê Sakcakê anî navçeya Cizîrê ya Şirnexê û li Goristana Asrî ya Cizîrê defin kir.