‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin' 2022-06-15 09:08:53   WAN - Nûnerên partiyên siyasî yên li Wanê xwestin demildest rojnamevanên ku li Amedê hatin binçavkirin bên berdan û gotin: "Dê nikaribin çapemeniya bitepisînin."    Midûrê Karê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç jî di nav de 20 jê rojnamevan 22 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî vê operasyona li hemberî çapemeniya azad didomin.    Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê jî bertek nîşan dan û gotin, rojnamevanên di binçavan de li ber xwe didin û nahêlin pênûsên wan bikevin erdê.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Wanê Fîkret Dogan got: "Serdest tu carî naxwazin raya giştî bi awayekî rast bê agahdarkirin. Tu carî nikaribûn çapemeniya azad bitepisînin, dê ji niha û pê ve jî nikaribin. Di demên dawî de zextên xwe yên li ser rojnamevanan zêde kirine. Li Amedê hefteyeke 20 rojnamevan di binçavan de ne. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Rojnamevanên di binçavan de li ber xwe didin û pênûsên xwe ji dest xwe bernedane. Em partî li cem çapemeniya azad in. Em dixwazin demildest rojnamevanên di binçavan de bên berdan."    ‘DEWLET NAXWAZE BÊ BIHÎSTIN'   Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê Gulderen Varli jî diyar kir ku çapemeniya azad hemû şaşiyên dewletê aşkere dike û desthilata AKP'ê jî her ku ditengije êrişê dibe ser çapemeniya kurdî. Varli bilêv kir ku îro ro gelek tiştên li Tirkiye û Kurdistanê diqewimin ji aliyê çapemeniya kurdî ve tên ragihandin û wiha pêde çû: "Mesela detsdirêjî, cinayetên kiryar nediyar û gelek bûyerên din radigihîne raya giştî. Li Wanê du welatî ji helîkopterê hatin avêtin. Ya ku ev ragihand çapemeniya azad bû. Dewlet jî ji bo karên wê yên qirêj neyên bihîstin tim êrişê dibe ser rojnamevanan û dixwaze wan têxe bin bamê xwe. Êrişa li ser rojnamevanên ku vî tiştî qebûl nakin jî ji ber vê ye. Em vê helwesta ehlaqî ya rojnamevanan pîroz dikin. Niha jî êrişên li ser çapemeniyê didomin. Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin. Em dixwazin demildest rojnamevanên di binçavan de bên berdan."    ‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE'   Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez jî got: "Detshilat ji bo ku gel hay ji geşedanên siyasî çênebe vê yekê dike. Desthilat li hemberî rojnamevanên muxalif ên şaşiyên wê aşkere dikin van pêkanînên bêhiqûqî dixe dewrê. Lewma divê her kes li hemberî vê bêhiqûqîtiyê dengê xwe bilind bike."    Rêvebirê Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (ARSÎSA) Cemîl Arman jî detsnîşan kir ku çapemeniya azad heqîqetê dinivîsîne û dewlet jî ji bo ku ev heqîqet negihê raya giştî tim êrişê dibe ser çapemeniya azad. Arman got: "Ji bo gel hay ji rastiyê çênebe wiha dikin. Dewlet ji ber polîtîkayên xwe yên şaş rojnamevanan binçav dike, digire û surgun dike. Em ê jî li her cihî vê bêhiqûqîtiyê bînin ziman. Divê tu kes vê operasyona li hemberî rojnamevanan qebûl neke. Em dixwazin demildest rojnamevan bên berdan."