Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn 2022-06-15 10:44:14   BEDLÎS - Li Xîzanê malbatên cerdewanan bi çekê pevçûn, kesek mir, yek jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.    Li mezrayê Werîsê yê girêdayî Gundê Sersêrê yê navçeya Xîzana Bedlîsê, di navbera du malbatên cerdewanên ku bixusûmet bûn de, biçekan şer derket. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, her du malbatên ku beriya niha di navbera wan de xusumet hebû de nîqaş derketiye û rewş veguhertiye şerê biçek. Hate diyarkirin ku di şerê ku derketiye de çekên cerdewantiyê hatine bikaranîn û di encama şer de kesekî jiyana xwe ji dest daye, yek jê zarok 3 kes jî birîndar bûne.    Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û leşker sewqî cihê buyerê hatine kirin. Piştî ku mudaxileya ewil li birîndaran hatiye kirin, ew birine nexweşxaneyên cuda.