Li Girtîgeha Panosê mirina biguman 2022-06-15 11:22:33   AGIRÎ - Kadîr Karademîr ê li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê dihat girtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Girtiyê edlî Kadîr Karademîr (21) ê ku li Girtîgeha Panosa Agiriyê ya Tîpa L'yê di hucreyekê de tenê dihat girtin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rayedarên girtîgehê ji bo Karademîr ê ku xwestiye 12 hezîranê ji girtîgehê bireve ji malbatê re gotiye, "Ava cincan û heb xwariye."   Birayê girtî Umît Karademîr hin agahiyên ji girtîyan stendine parve kir û wiha got: "Li gorî agahiyên ku hevalên wî qawîşê dane me, xwestiye ku xwe bi ben bixeniqîne lê ji ber lingên wî li erdê mane, tiştek jê nebûye. Bijîşkên nexweşxaneyê jî gotine ku ji ber ku madeyekî kîmyewî yê di nav xwîna wî de nehatiye paqijkirin ew jiyana xwe ji dest daye. Karademîr destnîşan kir ku ew dê derbarê mirina birayê xwe de, giliyê rayedarên girtîgehê bike."