Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike 2022-06-15 12:41:44   RIHA - Malbata Şenyaşar ku tekoşîna xwe ya edaletê didomîne li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal bi wêneyekî ji bîranîna duh, ev peyam parve kir: "Heya ku heq, hiqûq û edalet were vê axê, tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike."    Li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14 hezîrana 2018'an de ji aliyê parêzvan û xizmên parlamenterê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz ve, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşarê hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndar ji vê êrişê xelas bûbû. Nobeta Edaletê ku Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de da destpêkirin, ket roja 464'an. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nobetê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Lawê wê Ferît Şenyaşar jî hat li pêşiya Edliyeya Rihayê û bi dowîza ku li ser "Em edaletê dixwazin" dinivîsî dest bi çalakiya xwe ya nobetê kir. Şenyaşar, derbarê tekoşîna ku dimeşîne de, parêzer û kesên ku riya wan dikeve edliyeyê agahdar dike.     Malbatê li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal, bi munasebeta 4'emîn salvegera komkujiyê, wêneyekî bîranîna duh a bi girseyî, bi etîketkirina hesaba Wezareta Edaletê, ev peyam parve kir: "Heya ku heq, hiqûq û edalet were dê tekoşîna me bi mezinbûnê bidome."