Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin 2022-06-15 13:01:10   ENQERE - Rêvebera ÎHD’a Enqereyê Adîle Erkan di serdegirtina malê de hat binçavkirin.    Rêvebera Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Adîle Erkan serê sibê di serdegirtina mala xwe de ji aliye polîsan ve hat binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û hat zanîn ku ew di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê daye destpêkirin de hatiye binçavkirin.    Hat zanîn ku dê Erkan di çarçoveya lêpirsînê de bibin Balikesîrê.