Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin 2022-06-15 14:37:00 NAVENDA NÛÇEYAN -Balafira bêmirov û biçek a Tirkiyeyê li gel bombebarankirina Meclisa Gel a Sinûnê, dikaneke Kirtasiyê jî kir armanc. Di encama êrişê de zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da.   Îro danê sibehê balafira bêmirov û biçek (SÎHA) ya Tirkiyeyê avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikanek kirtasyeyê kir armanca û bombebaran kir.   Ji ber astengiyên artêşa Iraqê heya niha hejmara birîndaran û wendahiyan bi zelalî nayê zanîn. Lê li gorî agahiyên ku herî dawî nûçegihanê RojNewsê ragandiye, balafira Tirkiyeyê li dikaneke Kirtasiyê jî daye û di encamê de zarokê 12 salî jiyana xwe ji dest da.   Li gorî agahiyan navê zarokê jiyana xwe ji dest daye Seleh Xidir e.