Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin 2022-06-15 14:38:54   ENQERE - Dosyaya lêpirsînê ku derbarê Hevseroka Giştî Salîha Aydenîz de hatiye amadekirin, ji Enqereyê re hate şandin.    Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz de bi sûcdariya “li dijî polîsê peywîrdar derketin” lêpirsîn hate destpêkirin. Dozgeriya Stenbolê bi hinceta “rayeya lêpirsînê ya derbarê parlamentera beriya hilbijartin an jî piştî hilbijartinê tê îdiakirin sûc kiriye de aydê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê û dadgeha cezayê giran a vê derê ye” derbarê dosyaya lêpirsînê de biryara bêrayetiyê da û dosya şande Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê.