Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin 2022-06-15 16:14:29   STENBOL - Li navçeya Esenyurda Stenbolê zavayê ku kefiya rengê wê kesk, sor û zer danîbû ser mile xwe û 9 kesên pê re ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.    Li navçeya Esenyurda Stenbolê di 12’ê hezîranê de zavayek û 9 kesên pê re ku li eywana mehrbirînê ya şaredariyê dawet kiribûn, polîsan ew vexwend îfade girtinê. Zava Mesûd Karçik û yên li gel wî ji bo îfade bidin polîsan çûn Qereqola Kiraçê. Polîsna bi hêceta ku zava kefiya kesk, sor û zer daniye ser mile xwe û yên pêr e binçav kirin.    STRANÊN KURDÎ KIRIN MIJARA SÛC    Li gel kefiye her wiha stranên hatin gotin jî kirine mijara sûc. Polîsan îdia kir ku di dawetê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hatiye berzkirin û îfadeyan wan ji sûcê “propaganda rêxistinê” girt. Binçavkiriyan tawanbariyan red kir.    Cahît Karçik, Şerîf Karçik, Tahsîn Karçik, Mesût Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Umut Kaplan, Îbrahîm Baran û Burhan Topçu piştî karûbarên li qereqolê birin Dadgeha Buyukçekmeceya Stenbolê. Dozger bêyî îfadeyên wan bigire bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kirine” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.    Dadger derbarê 10 welatiyan de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” biryara girtinê da.    Li aliyê din hat zanîn ku derbarê stranbêjin çûne dawetê de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. Tê payîn ku stranbêj jî biçin îfade bidin polîsan.