Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin 2022-06-15 16:49:15   AMED - Ji 20 rojnamevanên ku îfadeya wan a li dozgeriyê didome 16 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat berdan.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8’ê Hezîranê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û her wiha welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyê yên li Midûriyeta Polîsan vê sibehê binçavkiriyan birin Edliyeya Amedê û li vir karûbarên îfadegirtina wan didome.    PIRSA ‘ŞER ÇI YE?’ JI ROJNAMEVANAN HATIYE KIRIN    Dozger îfadeya edîtorê ajansa me Azîz Orûç girt. Di îfadeyê de dozger bernameyên televîzyonê yên ku Orûç amade kirine, zimanê bernameyan û bi vê ve girêdayî pirsên wek “Şer çi ye? Pirsgirêka kurd çi ye?” ji Orûç pirsîne. Dozger ji rojnamevan Safiye Algaş jî nûçeyên ku wê çêkiriye û naveroka nûçeyan pirs kiriye. Dozger her du rojnamevanan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.    KOÇUK HAT BERDAN    Pişt re îfadeya edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat girtin û daxwaza şertê kontrola edlî kir. Koçuk pişt re hat berdan û hevpîşeyên wê li ber edliyeyê ew pêşwazî kirin.    DOZGER XWEST BÊN GIRTIN    Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, rojnamevan Elîf Ungur, Mehmet Şahîn, Neşe Toprak, Esmer Tûnç, Omer Çelîk,  Zeynel Abîdîn Bûlût, Remziye Temel, Lezgîn Akdenîz, Sûat Dogûhan, Kadîr Bayramû Mehmet Yalçin û Îhsan Ergulen ê bi rojnamevanan re hat binçavkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    Karûbarên îfadegirtina rojnamevanên din û her du welatiyan berdewam dike.