Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin 2022-06-16 02:57:36     DİYARBAKIR - Îfade girtina 20 jê rojnamevan 22 kesên ku li Amedê hatin binçavkirin a li dozgeriyê bi dawî bû. Rojnamevan Gulşen Koçûk hate berdan, 21 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de 8’ê Hezîranê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û her wiha welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatin binçavkirin. Dozgeriyê piştî binçavkirina 8 rojan ifadeya 22 kesan girt. Rojnamevan Gulşen Koçûk bi şertê kontrola edlî hate berdan, 19 rojnamevan û welatî Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.   Tê payîn ku derbarê 21 kesan de dadgeh wê biryarê bide. Bendemayîna malbat û hempîşeyên rojnamevanan a li pêşiya edliyê didome.