ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN 2022-06-16 09:00:21     * Li Deşta Mezopotamyayê paleyiya genim dest pê kir. Cotkarên ku ji berdariya îsal razî ne anîn ziman ku lê fiyetê mazotê û maliyetên din pişta wan şikandiye.    * Fatoş Guney neberdana Aysel Tûglûkê wekî "faşîzm" û "îşkenceyê" pênase kir û got: "A tê kirin bi awayekî eşkere faşîzm."   * 33 çîrokên bi kurdî yên ku di dema Sovyetê de bi alfabeya kîrîlî hatine çapkirin, niha jî bi alfabeya latînî ya kurdî derketin.   * Nûrten Çelebî, hevjîna siyasetmedar Mehmet Zekî Çelebî yê li Silêmaniyê hat qetilkirin diyar kir ku heya kujer neyên dîtin dê bitêkoşe û got: "Heya ez van kujeran nebînim, hesab nepirsim û ew neyên cezakirin ez ê nesekinim."    * Endamê Serokatiya Hevbeş a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî destnîşan kir ku Tirkiye di navbera Bexda û Hewlêrê de nakokiyan derdixe û got, Tirkiye bi peymanên ji bo neftê dixwaze tevahiya herêmê têxe bin kontrola xwe.    * Emîne Ayaz a dayika girtî Esma Ayaz ku li Girtîgeha Şakranê girtî ye destnîşan kir ku keça wê ji bo ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan bi wayek kelemçekirî îşkence lê hatiye kirin û got: “Gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Ez ji jiyana keça xwe bikaraim.”    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 465'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza sê kesên êrişên avahiya HDP'a Yuregîrê ku kiribûn dê li Dadgeha Edeneyê bê lidarxistin. (09.30-19.00)   * Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê ya heftane li dar bixe. (11.00)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan tê taloqkirin dê li Amed, Stenbol û Îzmîrê (11.00-16.00) ZINDÎ   * Danişîna doza derbarê rojnamevan Huseyîn Aykol, Zana Kaya û Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle de ku ji serdema rojnameya Ozgur Gundemê hatiye vekirin dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (11.30)    * DFG  û MKGP têkildarî girtina 16 rojnamevanan li ber avahiya DFG'ê ya li semta Ofîsa Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00) ZINDÎ