Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin 2022-06-16 11:17:41   MÊRDÎN - Cenazeyê Gulistan Ekîncî ku di kanûna 2021'an de li çiyayê Bagokê di êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 6 mehan ji aliyê malbata wê ve hat girtin û li Sêrtê hat veşartin.    Di navbera 11 û 15'ê kanûna 2021'an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li çiyayê Bagokê operasyoneke leşkerî hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de 6 endamên YJA-Starê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên Denîz Orak û Sîmanûr Kaya ku di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dabûn beriya niha radestî malbatên wan hatibûn kirin û cenazeyên 4 jinan bi hinceta ku "nehatine teşhîskirin" li Goristana Bêkesan a Kamor a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê hatibûn veşartin. Beriya niha cenazeyên Betul Dîlen, Fatma Çîçek û Şîlan Çîçek jî di dîrokên cuda de radestî malbatên xwe hatibûn kirin.    VECÎBEYÊN OLÎ HATIN ASTENGKIRIN   Piştî ku mînakên wan ê xwînê hev girtin malbata Gulistan Ekîncî jî duh çû Mêrdînê û cenazeyê keça xwe wergirt û di saetên êvarê de bir Sêrtê. Merasîma cenaze di bin dorpêça polisan de pêk hat û ji bilî malbatê destûr nehat dayîn ku kes tev li cenaze bibe. Her wiha hat astengkirin ku vecîbeyên olî jî bi cih bên. Piştî ku cenazeyê Ekîncî li Goristana Şêx Mûsa hat veşartin, malbata wê sersaxiyan dê li mala xwe qebûl dike.    49 CENAZE DI GORTISTANA "BÊKESAN" DE NE   Li Goristana Bêkesan a Komar hê jî cenazeyê 49 kesên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane hene.