Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete 2022-06-16 12:47:10   RIHA - Rojnameger Bariş Terkoglu îro di nivîsa xwe ya “Teklîfa bêexlaq” de destnîşan kir ku bi malbata Şenyaşar re li Navenda Giştî ya AKP’ê çendek hevdîtin hatine kirin. Ferît Şenyaşar têkildarî van îdiayan axivî û wiha got: “Bi daxwaza derketine heqîqetê me ji bilî MHP’ê bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Lê belê tu bazarî nehatine kirin. Tekane daxwaza me edalet e.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Ji bo kujer bên dîtin, darizandin û girtin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê di roja 465’an de ye. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê li cihê ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin, ev pankart daliqand: “Bavek û du kurên xwe di 14.06.2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêş çavên her kesî hatin qetilkirin. Dayikek, ji bo kurê xwe yê bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin û zarokên xwe yên hatine qetilkirin, li pêşiya edliyeyê li benda edaletê ye. Edalet ji bo her kesî.” Dayik û kurê xwe derheqê têkoşîna xwe ya edaletê de agahî didin welatî û parêzerên rêya wan bi edliyeyê dikevin.    Ferît Şenyaşar ku li gel dayika xwe ji 9’ê adara 2021’an ve bênavber beşdarî Nobeta Edaletê dibe, têkildarî îdiayên ku îro li ser çapemeniyê derheqê lêgerîna wan a edaletê de hatine nivîsandin axivî.    'ME BI HEMÛ KESÎ RE HEVDÎTIN KIRIN’   Di axaftina xwe de Şenyaşar anî ziman ku ew û dayika xwe ev 4 sal in têkoşîna heqîqetê didin û wiha dom kir: “Nobeta me ya edaletê di bin zilmê de berdewam dike. Di dema têkoşîna edaletê de ji bilî MHP’ê me bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Em bi parlamenteran re diaxivin. Dem bi dem jî lêgerîna xwe ya edaletê diguhêzîn Enqereyê. Dema çûyîn Enqereyê, ji bilî MHP’ê me bi hemû partiyên siyasî re li navendên wan ên giştî hevdîtin kirin. Em bi malbatî rastî komkujiyê hatin, piştî komkujiyê îftîra li me hate kirin û ji ber vê jî hiqûqê peywira xwe bi cih ne anî. Em jî ji bo derketina heqîqetê bi hemû derdoran re hevdîtinan dikin. Doza me, dozeke însanî ye û ser partiyan re ye. Di tevahiya vê têkoşînê de me tu carî deriyên xwe ji kesekî re negirtin.”    ‘BIRAYÊ MIN MIJARA BAZARIYÊ NÎNE’    Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku birayê wî Fadil Şenyaşar ku ev 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin “mijara bazariyê” nîne û wiha got: “Ji bo hiqûq û edaletê em piştgiriyê ji her kesî dixwazin. Bêhiqûqiyeke mezin li holê ye. 3 xizmên me hatin qetilkirin lê hêjta doz nehatiye vekirin. Birayê min di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin. Heta ku edalet pêk neyê em ê tu lihevkirinan qebûl nekin. Birayê min ji ber fermana serdestan ev 4 sal in girtî ye. Diviya bû di çarçoveya parastina rewa de bihata darizandin lê ew girtin. Heke edalet pêk were birayê min jixwe dê were berdan.”    ‘DAXWAZÊN ME HIQÛQÎ NE’   Ferît Şenyaşar diyar kir ku wan bi du daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kirine û axaftina xwe wiha qedand: “Birayê min bi awayekî derhiqûqî hate girtin û em dixwazin were berdan. Ya din jî divê her kesê ku para wî di vê komkujiyê de heye were darizandin. Heke Tirkiye dewleteke hiqûqê be û li gorî hiqûqê tevbigerin, dê birayê min azad bibe. Hinek rojnameger derheqê lêgerîna me ya edaletê de di qunciknivîsên xwe de nivîsan dinivîsin. Me deriyên xwe ji kesekî re negirtine. Bi her kesî re hevdîtinan dikin. Ne tenê bi partiyên siyasî re lê bi hemû STK’ên xwedî wijdan, parastvanên mafên mirovan û bi her kesî re hevdîtinan dikin. Bêhiqûqiyeke mezin li holê heye. Heta ku ev bêhiqûqiye ji holê ranebe jî em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin. Daxwazên me, daxwazên hiqûqî ne. Banga min ji bo daraz, rayedarên dewletê, hikûmet û hemû kesî ye; hemû kes baş bi vê dozê dizane. Em weke qurbanî hatin hilbijartin. Bila edalet pêk bê, birayê min were berdan û em jî li jiyana xwe ya asayî vegerin.”