Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên dan: Rojnamegerî ne sûc e 2022-06-16 14:39:18   MÊRSÎN - Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe yên li Amedê dan û gotin: “Heta ku hevalên me bên berdan em ê rastiyan binivisînin. Rojnamegerî ne sûc e.”    Rojnamevanên li Mêrsînê bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe yên li Amedê dan.    XEBATÊN ROJNAMEVANIYÊ DIKIN ARMANC    Nûçegihanê Rojnameya Guney a Mêrsînê Abîdîn Yagmûr diyar kir ku girtina rojnamevan ne hiqûqî ye û got: “Girtina rojnamevan bi temamî biryarek siyasî ye. Rojnamevanên kurd her dim dibin armanca êrişên îktidarê. Armanca girtina rojnamevanên kurd ew e ku rastî neyên ragihandin. Dixwazin xebatên rojnamevaniyê bikin hedef.”    ‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’    Rojnamevana serbest Gamze Şîmşek jî destnîşan kir ku girtina rojnamevanan astengkirina wergirtina mafê nûçeyan a gel e û wiha got: “Girtina rojnamevanên li Amedê nehiqûqî ye. Dixwazin rojnamevanên kurd serî li ber wan bitewînin. Lê em ê serî netewînin û têkoşîna xwe ya ji bo rastiyan bidomînin. Em ê her li ser rêya hevalên me girtî rastiyan binivisînin. Rojnamegerî ne sûc e.”    DÊ PIŞTEVANIYÊ MEZINTIR BIKIN    Mahmut Sonmez ê ku li Mêrsînê rojnamevaniya serbest dike jî da zanîn ku 16 hevpîşeyên wan ji ber heqîqetê nivîsandine û vegotine hatine girtin û got: “Divê em ji bo rojnamevaniyek azad û hevalên me yên hatine girtin piştevaniya xwe mezintir bikin.”    ‘GIRTINA ROJNAMEVANAN DIJHIQÛQÎ YE’    Edîtora Îlerî Haberê Ayşenûr Onal jî destnîşan kir ku rojnamevan bi awayek nehiqûqî hatine girtin û wiha got: “Îktidara AKP’ê dîsa şev nîvê şeve hevpîşeyên me da girtin. 16 rojnamevanên kurd tene ji ber pîşe û nasnameya xwe hatin girtin. Ev biryar biryarek dijhiqûqî ye. AKP beriya hilbijartinê dixwaze ku çavê gel bitirsîne û nahêle ku rastî werin belavkirin. Em ê dest ji nivîsandina rastiyan bernedin. Heta ku hemû hevalên me bên berdan bila raya giştî baş bizanibe em ê li ber xwe bidin.”