Nobeta Edaletê bi çalakiya rûniştinê berdewam kir 2022-06-16 16:21:28   STENBOL - Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li pêş Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin, tevî astengiyê jî bi çalakiya rûniştinê berdewam kir. Polîsên ku êrişî nobetê kirin, 7 kes bi lêdanê binçavkirin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Stenbolê dane destpêkirin, tevî êriş û zextan di hefteya 13’emîn de li pêş Edliyeya Stenbolê berdewam kir. Dayika girtî Yakûp Akman ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 3’yan a Sîlîvriyê tê ragirtin, Fînce Akman û dayika girtî Xemgîn Karakaş ku sirgunî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê hat kirin û di hucreya yek kesî de tê ragirtin Cemîle Karakaş beşdarî çalakiya nobetê ya vê hefteyê bûn.    Endama Meclîsa Kesên Teqawîtbûyî û Pîran a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meryem Guneş, Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Dîlber Demîr, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên HDP’a Başakşehîrê û endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê piştgiriya çalakiya malbatan kir.    Beriya nobetê gelek polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya edliyeyê dorpêç kirin. Malbatên girtiyan ku çalakiya xwe ya nobetê domandin, demekî li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsên ku malbatên girtiyan dorpêç kirin, bi hinceta biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Kagithaneyê ya têkildarî Nobeta Edaletê destûr neda çalakî pêk were. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bertek nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku her hefte bi heman hincetê dayik tên derbkirin.    NE MEYDANA EDALETÊ MEYDANA ÎŞKENCEYÊ YE   Fînce Akman, ku 13 hefte ne Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, bi gotinên “Em edaletê dixwazin. Ev meydan meydana edaletê ye. Lê mixabin ne meydana edaletê meydana îşkenceyê ye. Li vir edalet nîne, tenê îşkence û tundî heye” bertek nîşanî polîsan dan. Li ser axaftina Akmanê gelek polîsan êrişî dayikan kir. Akman wêneyên li ser “Em ji Yakûp Akman re Mafê Darizandineke Adil Dixwazin”dinivîsî rakir. Polîsan li Akman dan, laçika wê ji serê wê kirin û hewldan wêneyên kurê wê biçirînin. Cemîle Karakaş a polîsan lê da jî di dema binçavkirinê de bang li hemû dayikan kir û wiha got: “Ez bang li dayikan dikim, edalet ev e. Bila hemû dayik bên vir.” BI DIRÛŞM Û TILÎLIYAN ŞERMEZAR KIRIN   Hate dîtin ku ji bilî Akman a destên wê bi pişt ve hatin girtin û bi lêdanê li wesayîta binçavkirinê hate siwarkirin, Hevberdevka DBP’a Marmarayê Dîlber Demîr jî bi dehfdanê li wesayîtê hate siwarkirin û hate xistin. Malbatên girtiyan ên bi îşkenceyê hatin binçavkirin, di wesayîtê de lîlandin û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Piştî ku malbatên girtiyan ên hatin binçavkirin, bi ledana camên wesayîtê binçavkirin şermezar kirin, wesayît ji pêş edliyeyê dûr ket.    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di çalakiya nobetê de axivî jî diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ber bi nebaşiyê ve diçe û wiha got: “Divê herkes vê nebaşiyê bibîne. Herkesên ku dengê xwe derdixînin hewl tên dayîn ku bên bêdengkirin. Hêj duh bi dehan rojnamevan hatin girtin, serê vê sibê jî rojnamevanek bi hincete ku twît avêtiye hate binçavkirin. Medya tê sansurkirin, hewl didin medyaya civakî qedexe bikin. Ta ku em bêdeng bibin wê ev welat vegere dojehekê. Yekane berpirsyarê binçavkirina dayikan em in, bêdengiya me ye. Berpirsyarê van tiştên li vî welatî tên jiyîn jî em in ev desthilat li ser zilmê hatiye avakirin û gazinkirina vê yekê tu tiştî bi me nade qezençkirin. Em dizanin ku ew zalim in, kesên sûcdar ew in ku yên li dijî zaliman bêdeng in.”   JI BO ÇALAKIYA NOBETÊ BANG KIR   Pîroglû, diyar kir ku wê hefteya pêş jî di nobeta edaletê de cih bigire û wiha berdewam kir: “Ez ê hefteya pêşiya me li vir bim û ez ê vê carê tenê neyêm. Dema we dayik binçavkirin em ê nesekinin. Bila herkes bibîhise hêza we têra dayikan dike. Hêza we têra kesên bêdeng dibin dike. Ev bêdengî bes e. Em ê hefteya pêşiya me jî li vir bin lê vê carê em ê tenê neyên û evqas bêdeng jî nebin. Em li dijî zilm û zordariyê hefteya pêşiya me herkesê vedixwînin ku li rex dayikan bisekinin û ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin em li rex hev bisekinin. Hêj duh mirineke bi guman ji girtîgehan hat. Li girtîgehan tenê girtiyên siyasî zilmê nabînin, bi sedan girtî zilmê dibînin. Bi sedhezaran girtî tên derbkirin. Heke em li dijî vê bêdeng bibin em hemû dê bi vê yekê re rûbirû bimînin. Ji ber vê yekê em dibêjin êdî bes e.”   Hate hînbûn ku Fînce Akman, Cemîle Karakaş, Dîlber Demîr, Şukran Dîler, Leyla Aydemîr, Ayşe Gurbuz û Yunus Unal birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li Vatanê.